Zarokê nexweş di nav betaniyê de li nexweşxaneyê hat sekinandin 2020-01-02 09:10:11   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Li Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê ya hezar û 550 nivînên wê heye, zarokê 7 salî yê nexweşê sarayê, yê Sûriyeyî bi hinceta ‘wergervan tune ye’ li korîdora nexweşxaneyê hat sekinandin.   Nexweşxaneyên bajêr ku fîrmayên alîgirên hikûmetê dewlemend dike, xizmeta tenduristiyê ya ji bo gel tê dayîn jî piştguh dike. Nexweşxaneya ku hezar û 550 nivînên wê hene û di bin navê xizmetê de hat vekirin, zarokê 7 salî yê nexweşê Sarayê bi saetan bi hinceta ‘wergervan tune ye’ di hewaya cemidî de dan sekinandin.   Zarokê bi navê M.E.A ku bi saetan li salona nexweşxaneyê hat sekinandin, ji aliyê peywirdarên nexweşxaneyê ve nehat dîtin û tenê betaniyek dan zarok.   ‘Zarokê min nexweş e û nayê dermankirin’   Bavê M.E.A, diyar kir ku kurê wê berê jî nexweş ketiye û gelek caran biriye nexweşxaneya dewletê û got: “Sê meh berê kurê min nexweş ket. Min bir gelek nexweşxaneyên dewletê. Lê kesî alîkarî neda me. Em paşguh kirin. Kurê min nexweşê sarayê ye. Divê bê dermankirin. Her cara em tên nexweşxanê me dişînin malê. Me bir nexweşxaneya Balcali, wan jî li me mêze nekir. Em diçin beşa lezgîn me dişînin malê. Niha em hatin vir. Li vir jî kes eleqeder nabe. Divê kurê min bê razandin. Nexweşên wisa divê neyên sekinandin. Hûn dibînin em di sermayê de dipên. Her kes ji ber me derbas dibe. Kes vê rewşa me nabîne.”