'Xwe ji nexweşiyên zivistanê biparêzin' 2019-12-14 09:13:53   Medya Uren - Berîtan Canozer   AMED - Bi hatina zivistanê û guherîna hewayê re enfeksyonên têger zêde dibin. Bijîşk Gulhan Tekîn ji bo van nexweşiyan agahiyên taybet parvekirin û got: “Di dema zekemê de divê antîbiyotîk neyên bikaranîn û tîmarbûneke bi tendurist pêşniyar kirin. Her wiha qadên hevpar tên bikaranîn jî baldarbin."    Bi veguherîna demsalan re girtina enfeksyonan jî li pêş dikeve. Laş bi hewaya demsalê re ahengiyê pêk bîne enerjiyek mezin dimezîxine. Dema ev enerjî neyê pêşwazî kirin laş êdî li ber xwe nade û ji dorpêça enfeksyonê re rê vedike. Ev Pêvajo bi qasî 1 an jî 2 hefteyan berdewam dike. Ev enfeksyonên di zivistanê de belav dibin herî zêde zarok, kal, jinên dûcanî û kesên nexweşiyên mayînde dihilgirin bandor dike. Ger ku li hemberî van tedbîr neyên girtin rê li ber nexweşiyên şewb, enfeksyona qirikê, zatûre, zekem, îltîhabe guhê navîn û bapêşê diveke. Bijîşk Gulhan Tekîn di nexweşiyên zivistanê de welatiyan hişyar kir û derbarê pêvajo û tîmarbûna (tedawî) nexweşiyan de agahî da.   'Li hember nexweşiyan xwe biparêzin'   Gulhan, li ser nexweşiyên zivistanê rawestiya û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev nexweşî çiqas hêsan xuya bikin jî ger ku em ne baldarbin wê bibin sedema mirinê jî. Bi taybetî jî bandoreke giran li ser zarok, kal, jinên dûcanî û yên nexweşiyên mayînde dihilgirin dike. Nexweşiya sereke ya ku em baldarbin zekem e ku bi tayên germ re dest pê dike û bi êşa masûlke, qirik û serêşê re berdewam dike. Ger neyên tedawî kirin dê encamên xerab jî derxe holê. Ji bo ewlehiyê divê em ji destdan, nêzîkbûna bi kesên din re û ji cihên bi gengeşe dûr bikevin. Ji bo girtina enerjiyê jî laş pêdivî bi girtina fêqî, zebze, xwarinên rûn, masî, dims, tehîn û vîtamînên hesin, çinko, D û  mîneralan bigirin."   Gulhan di berdewamiya axaftina xwe de qala demê ketina zekemê kir û wiha got: “Di dema ketina zekemê de pêwîste em xwe ji germahiyeke zêde biparêzin. Hola ku em lê dimînin divê paqij were girtin. Ji bo bikaranîna antîbiyotîkê divê biçin cem bijîşkan. Lê di dema zekemê de pêwîste antîbîyotîk neyên girtin.”   ‘Divê di destpêke de xwe biparêzin'    Gulhan di axaftina xwe de bal kişand ser rêyên xwe parastinê û wiha axivî: "Beriya rewşa hewayê were guhertin divê aşiya zekemê were kirin, li dijî wê di dema nexweşbûnê de wê çi şeklê tedavî çareserî pêk nayê. Divê kes bi xemsarî nêz nebe û bi ewle be. Her mirovek xetereya girtina enfeksyonê bi xwe re hildigire. Ji bo ewlehiyê divê teqes vitamin werin girtin. Tişta ku em qest dikin ne dermanên nexweşxaneyê ne, dermanên xwezayî ne. Bê guman ev rê bêtir bi bandor e."   ‘Li qadên hevpar tên bikaranîn baldarbin’   Gulhan, diyar kir ku têgerî û domdariya van nexweşiyan de divê mirov baldar be û wiha bilêv kir: "Telefon, klavye û derî divê lê miqatebin. Weke qadên hevpar tên bikaranîn, di maşîneyan de hesinên em pê xwe digirin, koltux, kargehan de talukeya girtina enfeksyonê zêde ye. Bi taybetî dema kesek enfeksyon girtibe divê zêde di wê holê de neyên rawestandin. Vexwarina çixareyê yan ji di cihên girtî de kişandina cixareyê zekemê girantir dike. Her tim hewayek paqij girtin wê baş be. Ya herî girîng beriya ku serî li nexweşxaneyê neyê dayîn divê derman û antîbiyotîk neyên bikaranîn. Gelek nexweş ji dibêjin her zekem hêsane wê derbaz bibe û ewlehiya xwe nagirin. Ger ku ewlehî neyê girtin ev nexweşî vedigere nexweşiyên giran jî.”