'Dema paqijî hebe jiyan jî bi tendurist e' 2019-11-17 14:46:12   HELEB - Meclîsa Tenduristiyê ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê a bajarê Helebê ji bo tenduristiya xwendevanan hemleya hişyariya paqijiyê dan despêkirin.   Meclîsa Tenduristiyê taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê bi armanca parastina xwendevanan hemleya hişyariya paqijiyê da despêkirin. Hemleya hat destpêkirin dê 12 rojan berdewam bike. Îro jî bijîjkan serdana dibistana Alan Mihemed kirin û hemû xwendevanan di warê paqijiya beden, dibistan û malê de hişyar kirin.    Bijîşkan bal kişand ser girîngiya paqijiyê ji bo tendirustiyê û wiha gotin: Pêwiste xwendevan her dem  neynukên xwe biqusînin, destê xwe bi sabûnan bişon û diranên xwe firçe bikin. Her wiha cilê xwe paqij bihêlînin, porê xwe şe bikin û demem bi dem bişon. Xwerina xwe di dema wê de bixwin."  Her wiha bijîşkan ji bo xwendevanan gelek xalên din ên ji bo tendirustiyê ji ragihandin.     Rêvebera Meclîsa Tenduristiyê   Leyle Hesen ku li ser girîngiya hemeleyê axivî jî wiha got: "Em bi vê hemleyê dixwazin xwendekarên xwe ji nexweşiyan biparêzin. Ji ber ku zarok hişyar nebin dikarin ji ber vîrusên ku bigirin bi gelek nexweşiyan kevin. Ji bo wê em bi vê hemleyê dixwazin zarokên xwe ji hemû qirêjahiyan biparêzin. Dema paqijî hebe jiyan jî bi tendurist tê jiyîn. Em ê her demekî ji bo hişyarkirina zarokan kar bikin da ku civaka xwe biparêzin.  Dê ev hemle 12 rojan dom bike, em ê. Em ê di çarçoveya vê hemleyê de li  dibistanan yek bi yek bigerin û zarokan di warê paqijiyê de hîşyar bikin."