Weqfa Jina Azad ji bo koçberan navendek tenduristiyê vekir 2019-11-11 09:05:08   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Weqfeya Jina Aazad a Bajarê Hesekê navendek tenduristiyê ji bo koçberên Serêkaniyê vekir.   Artêşa tirk û hevkarên wê di 9’cotmehê de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, di encama êrîşan de bi hezaran sivîl koçber bûn. Îro Weqfeya Jina Azad a Bajarê Hesekê navendek tenduristiyê li taxa Miftî vekir. Têkildarê vê mijarê Endama Weqfeya Jina Azad Rûla Xewas ji ajansa me re axivî.   ‘Armanca me tedawîkirina Jin û Zaroka ye’   Rûla diyar kir ku di şer de yê herî zêde astengî û êşê dikîşînin jin û zarok in û wiha domand: "Em wekî Weqfeya Jina Azad ji bo alîkariya koçberan me navendek tenduristiyê vekir, ev navend bijîşkên beşa jin û zarokan lê xizmetê didin. Bijîşkên li navendê ji seat 8:30'an  heta 12'an wê pêşwaziya koçberan bikin û di warê dermankrinê de bibin alîkar.”   Rûlayê diyar kir ku di her taxekê de navendek tenduristiyê hatiye vekirin û wiha pêde çû: "Di her taxekê de navendek tendirstiyê hatiya verkirin, tenê taxa miftî kêm mabû, me jî xwest em alîkariya koçberan bikin û ev navend ji bo wan vek. Koçberên dibistanan û yên ku li malan bi cih bûne berê xwe didin navenda me û tên dermankirin.”   'Hedefgirtina navenda tenduristiyê ne li gorî heleqê mirovahiyê ye'   Rûla di dewama axftina xwe de hedefgirtina navenda tendirstiyê şermezar kir û wiha got: "Artêşa tirk û komên girêdayî wê  navendên tenduristiyê hedef digirin. Heta duh jî  artêşa tirk û çeteyên DAIŞ û El-Nusra êrîşî gundên Til Temir ’Dirdara’ kirin û di encamê de sivîl birîndar bûn.  Heyva Sor a Kurd ji bo xelaskirina sivîlan û dermankirina wan berê xwe da gund û ji aliyê artêşa tirk û komên girêdayî wê ve hetin hedefgirtin  û hemşir Aram birîndar bû. Ev karekî ne exlaqî ye pêwist e cihan li himber van kiryaran çavê xwe negire."   Rûla di dawiya axftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku koçberan paşguh nekin.