Nebatên ji xwezayê kom dike, ji bo nexweşiyan dibe şifa 2019-11-07 09:33:48   Hîkmet Tunç   WAN - Jina bi navê Nezahat Abî ku li dijî nexweşiyên weke sermayê, êşa regilê, kîst bi rêbazên alternatîf, pêşniyarên pratîk dike wiha got: “Bi rêbazên nebatî, bêyî hûn biçin bijîşk hûn dikarin ji nexweşiyê xilas bibin. Mucîzeya herî mezin a nexweşiyan xweza ye. Xweza ji bo me gelek dewlemendiyan pêşkêş dike.”   Di van rojên ku sermayê dest pê kir de bi taybet beşên lezgîn yên nexweşiyan bi nexweşên bronşît, zature, alerşîk û sermayê tije dibin. Nezahat Abî ku li şûna dermanan bi nebatan şifayê dide, bi pêşniyarên xwe yên taybet ji nexweşiyan re dibe derman. Nezahat ya li Wanê dijî, 25 sale bi bihar bi malbata xwe re diçe nebatan kom dike. Gelek cureyên gîhayên ji zozanên Feraşînê ya girêdayê Elkê ya Şirnexê kom dike, bi baldariyek mezin hişk dike û vedişêre.   ‘Piştî temenê 30 salî min nexweşxane nas kir’   Nezahatê daxuyakirin ku wê amadekirina nebatên bi şifa ji pîra xwe fêr bûye û got: “Bi saya nebatan piştî 30 salan şûnde min rûyê bijîşkan dît. Derfetên berê pir tune bûn, lê jinan nebatên ji zozanan kom dikirin, ji bo nexweşiyan bi kar dianîn. Di roja îro de mirov hema baz didin nexweşxaneyan. Dema dermanekî digirin, vê carê ji gelek nexweşiyan re jî rê vedikin. Min neviyên xwe jî nebirine nexweşxaneyê.   Dermanê bi lîmon û naneyê tê çêkirin   Nezahatê çêkirina dermanê xwe yê ewil yê ji bo sermayê wiha vegot: “Lîmonek, hinek çatr, hinek nane, samama xamkêsanê(yulaf), dixim lîtreyek av û 5 dipijirînim. Piştre kevçiyek hingiv diximê û didim sekinandin. Piştre parzun dikim û dikim şûşeyê. Sibehê, nîvro û êvarê bi rehetî didim zarokan û em jî vedixwin. Bi vê rêbazê çend roj şûnde hemû nexweşî bi dawî dibe.”   Mucîzeya tivira reş   Nezahatê daxuyakirin ku çêkirinek din ya pratîk jî ev e: “Kesên ku dengê wan ketibe, qirika wan diêşe û bademcîkên wan werimîne, bila tivira reş rende bikin, kevçiyek hingiv tevlî bikin û rojê sê caran vexwin.”   Ji bo kîst û êşa regilê   Nezahatê diyar kir ku hewaya cemidî bandor li ser êşa regilê dike û wiha got: “Lîtreyek şîr têxin ser kîloyek hêjîr û 10 deqeyan bipijirînin. Sibehê, nîvro, êvarê dikarin tasek bê xwarin. Ji bo kîst jî, 3 lître av têxin ser 2 qedeh ceh û 10 deqeyan bipijirînin. Parzûn bikin û rojê sê caran vexwin.”   ‘Mucîzeya herî mezin a xwezayê’   Nezahatê bi lêv kir ku ji bo gelek nexweşiyên weke kîsikê zirav, fitqa piştê, îltîhaba kezebê nebatên bi şifa hene û got hemû hatine ceribandin û wiha got: “Bi rêbazên nebatan bêyî hûn biçin bijîşk dikarin xilas bibin. Mucîzeya herî mezin a nexweşiyan xweza ye. Xweza ji bo me gelek dewlemendiyan pêşkêş dike.”