Şaredariya Rêya Armûşê kompleksa werzîşê vekir 2019-11-04 18:04:50   WAN - Şaredariya Rêya Armûşê kompleksa werzîşê ya li Taxa Karşiyakayê ku çêkir ji xizmetê re vekir.    Şaredariya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li Taxa Karşiyakayê kompleksek werzîşê ji meha Gulanê ve çêdikir. Kompleks bi dawî bû û Şaredariyê ji xizmetê re vekir. Parlamenterên HDP’ê Muazzez Orhan, Saîd Dede, Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Wanê Oznur Bartin û Okkeş Kawa, Hevserokê Rêxistina HDP’a Rêya Armûşê Bahattîn Karaman, Hevşaredarên Rêya Armûşê Şehsade Kurt û Azîm Yacan, Dayikên Aştiyê, endamên Meclîsa Şaredariyê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek welatî beşdarî vekirina komplekse bûn.    Hevşaredar Şehsade Kurt di vekirina kompleksê de axaftinek kurt kir û got ew ê ji bo gel xizmeta xwe dewam bikin.    Piştî axaftinên hatin kirin hevşaredar û mêvanên xwe bi hev re vekirina kompleksê pêk anîn.