Koma futbolê ya jinan hate avakirin:Em ê li qadan li dijî tundiyê tebikoşin 2019-11-03 09:22:44   Zeynep Durgut   QERS - Di serdema nû de li bajarê Qersê cara yêkem e ji aliyê şaredariya HDP’ê ve koma futbolê ya jinan hate avakirin. Listîkvanên ku di komê de cih digirin diyar kirin ku ew ê qadan bikin qadên jinan û gotin ku  li dijî tundiyê ew ê li qadan têbikoşin.    Piştî ku  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şaredariya Qersê qezenc kir, lez dan xebatên xwe. Ji ekoloji,werzîş aborî,ked, jin û her wiha di her  qadên civakî de bi pêkanîna xebatên nû li Qersê serdemek nû hate destpêkirin. Cara yekem li Qersê di bin banê şaredariyê de taxima goga lingan a jinan ya Serhedê hate avakirin. Di taxim de 18 jin cih digirin. Jinên ku di goga lingan de cih digirin diyar kirin ku armanca wan ew e ku di qadan de ferq û cudahiya zayendiyê ji holê rakin û gotin ku li dijî hişmendiya desthilatdar divê her jinek li cem wan cih bigire.    ‘Armanca me ew e ku em qadan bikin qadên jinan’   Qaptana koma Futbolê Asli Sakîncî ji şaredariyê re spasiyên xwe pêşkeş kir û got ku ew ê bi piştgirî û hêza  jinan mezin bibin û wiha axivî;” Ez li Qersê ji dayîk bûme û li vir mezin bûme. Projeyeke bi vî awayî cara yêkem e em dibînîn. Ji ber vê yekê jî em pir kêfxweş in. Ji ber ku cara yêkê li bajarê Qersê jin di qada werzîşê de dibin mafê axaftinê. Li her deverên Tirkiyeyê taxima goga lingan a jinan heye, lê mixabin li Qersê tune bû. Lê ev jî bi saya hevşaredarên me hate avakirin. Em ji xwe bawer in û em ji jinan bawer in ku em ê bi hev re bi hêz bibin û bi hev re mezin bibin. Goga lingan ne werzîşa mêra tenê ye. Em dixwazin di civakê de vê hişmendiyê bişkînin. Herkes wekhev e û jin jî dikarin bilîzin. Em ê bi vê kêfxweşiyê bi ser bikevin. Her tiştekê me amade ye, tenê serkeftin maye ew jî em ji xwe bawer in em ê ser bikevin. Armanca me ew e ku em qadan bikîn qadên jinan.”   ‘Em ê li qadan li dijî tundiyê têbikoşîn’   Listîkvan Canan Dursun jî bi lêv kir ku ji bo ku ew di futbolê de cih digire ew pir kêfxweş û bi kelecan e û da zanîn ku ew ê li dijî hişmendiya ku dibêje jin nikare bike dê li qadan têbikoşin û wiha got:” Li Qersê cara yekem e ku xebateke bi vî awayî pêk tê.  Ji bo ku ez di nav xebateke wiha de cih digirim, ez pir kêfxweş  û bi kelecan im. Bi saya hevşaredara me Şevîn Alaca di qada jinan de xebateke  bi vî awayî cara yekem e tê li darxistin. Li Tirkiyeyê li dijî jinan tundî her ku diçe mezin dibe. Pêwîst e ku em li qadan dengê van jinan bidin bihîstin û ji tundiyê re bibêjîn ‘Na’ . Em dixwazin dengê xwe bilind bikin û em bawer in ku wê dengê me deng vede.Werzîş ne tenê ya mêran e. Herkes dikare werzîşê de cih bigire. Li gel piştgirî û alikariyan em ê ser bikevin. Pêwîst e xebatên bi vî awayî li her derê bên lidarxistin. Em ê li qadan li dijî tundiyê têbikoşin. Armanca me ya sereke jî bêguman serkeftin e.”   ‘Avakirina koma futbolê ya jinan hêzeke mezin da me’   Ozge Çelebidîr jî bal kişand ser avakirina koma futbolê ya jinan û got ku armanca wan ew e ku jin jin di  werzîşê de cih bigirin û wiha pê de çû;” Ez di zarokatiya xwe de heta niha bi futbolê re eleqeder im û min her tim dixwest ku ez di nav futbolê de cih bigirim. Avakirina koma futbolê ya jinan bi rastî ji hêzeke mezin da me. Her serdem me dixwest em ava bikin, lê me piştgirî nedît. Lê îsal bi piştgiriya hevşaredarên me hate avakirin. Em bawer in ku di vê serdema nû de  dê şaredariyê piştgirî û alikariyeke mezin bide me. Mêr çi bêjin, bila bêjin ne xema me ye. Di pêşerojê de em dixwazin hejmara xwe bilind bikin û bi qeweteke mezin em bi ser bikevin.”