Endama SES'ê Yekta: Ji bo tenduristiyeke baş teşhîs û tedawî girîng e 2019-10-31 09:33:38   AMED - Endama SES’ê Yekta Yildiz li ser nexweşî, pêvajoya teşhîs û tedawiyê rawestiya û got: "Ji bo tenduristiyeke baş divê mirov di serî de laşê xwe baş nas bike û li gorî wê tev bigere. Ji bo jiyaneke tenduristî werzîş, paqijî û xwarîn û vexwarîn girîng e. Her wiha pêvajoya teşhîs û tedawiyê jî wekî hemû tiştan girîng e."   Di roja me ya îro de şert û mercên jiyanê gelek zehmet e û rê li ber nexweşiyan vedike. Nexweşiyên wekî penceşêra devê malzarokê, enfeksoyana rêya îdrarê, penceşêra memikan, krîza dil, migren, depresyon, anemî, guatir, osteoporos e û hwd. nexweşiyên ku wê demê bêtir derdikevin li hemberî jinê.  Endama Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Yekta Yildiz ji ajansa me re sedema nexweşiyan, xweparastina li hemberî nexweşiyan, pêvajoya teşhîs û tedawiyê û herî dawiyê jî jiyaneke bi tendurîstî dê çawa bê ji ajansa me re parve kir.   Yekta di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku rewşa aboriya xerab, girêdayî wê travmayên bi stresê re û jiyana koçberiyê rê li ber gelek cureyên nexweşiyan vedike. Yekta, da zanîn ku di nexweşiyan de jin pir bê şans in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku ew di hindirê malê de bêhtir berpirsyartî hilgirin û di bin vî barî de bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin. Bi vê re jî bi nexweşiyên giran re rû bi rû dimînin."   Yekta di axaftina xwe de nexweşiyên ku tên dîtin û çareseriya wan wiha bi rêz kir:   Nexweşiya herî zêde tê dîtin penceşêra devê malzarokê ye   "*Penceşêra Devê Malzarokê, nexweşiyek ku herî zêde tê dîtin e. Ji sedî 98 vîrusa weke HPV (Vîrusa Human Pailloma) tê binavkirin dibe sedemê vê nexweşiyê. Tê gotin ku ji sedî 2 jin bi vê nexweşiyê dikevin. Herî zêde jinên ku temenê wan bi ser 50'î de bin ev nexweşî tê dîtin. Lê di demên dawiyê de jinên ciwan jî bi wê nexweşiyê dikevin. Di nav nexweşiya penceşêrê de penceşêra memikan di rêza yekem de cih digire jî lê ji ber ku penceşêra devê malzaroyê pir taluke ye zêdetir tê nîqaşkirin. Ev nexweşî zû û bêdeng belav dibe. Li dijî nexweşiyê divê teşhîseke zûtir bê dayîn. Divê diyar bikim ku hinek kes bêyî ku tedavî bibin nexweşiyê derbaz dikin, lê hinek jî ji ber vîrusa bi quwet demek dirêj tedawî dibin. Di dema nexweşiyê de nîşaneyên wekî bêhalî, negirtina îdrarê, pişt êş, bê îştahî, werimîna pê, windakirina kîloyan, êşa hestiyan derdikeve holê.   Li dijî enfeksiyona rêya îdrarê hîjyen hewce ye   *Enfeksoyana Rêya Îdrarê, ji îltihabgirtina riya îdrarê re tê gotin. Di dema hatina îdrarê de şewat, bi wê re derketina xwînê, di bin zik de jan girtin an ji zû bi zû derketina îdrarê re rewşa îltîhabbûn xwe dide nîşandan. Lê li dijî vê dibe ku aciziyên bi vî rengî dernekevin. Di van rewşan de divê bi lez serî li nexweşxaneyê were dayîn. Ji bo pêşî li van curêyên acizîyan were girtin em pêşniyar dikin ku bi awayek zêde av were mezaxtin, bi qasî ku ji me were bi hîjen bin jî.   Di penceşera memikand e teşhîsa zû girîng e   *Penceşêra memikan, yek ji nexweşiyên herî zêde dikevin rojevê ku bêtir di jinên dûcanî nebûne de tê dîtin. Ji ber ku qenalên şîr hîna çalek nebûne û şîr nadin dibe rê vekirê nexweşiyê. Kes dikare bi xwe li singê xwe temaşe bike ger di memikan de kîtleyek were ferqkirin, serê memikê ber bi jor ve here xwar û di renge porteqal de reng were guherîn divê bi lez serî li nexweşxaneyê were dayîn. Mirov zû ferq bike wê bibe sedemê rizgariyê.   Stres jî dibe sedema krîza dil   *Krîza Dil, ev pirsgirêka tendirustiyê bê navber di rojevê de ye ku rîska girtina krîzê ya jinan hîn bêhtir e. Sedemên wê weke stres, xwarin û vexwarinên ne bi tendirûst in, rewşa herêmî, ya der dor ku ji vê zêdetir jî di temenê 40’an jortir de Menopoz, şeker, hîper tansiyon, tansiyon peyda dibe. Girêdayî wê rîska krîza dil zêde dibe. Ger ku di zilaman de rêjeya ketinê ji sedan 10 be ev rêje di jinan de bi qasî 30'yî ye. Li gorî lêkolînên hatin kirin de piştî krîzê welew ku ji sedan 36 zilam jiyana xwe ji dest didin lê di jinan de mirin bi qasî ji sedan 47 bilindbûn nîşan dide. Nîşaneyên krîzê jî weke tengbûna bêhnê, westanek zêde, di dev û diranan de êş û bêhaliya ku bi rojan berdewam dike ye. Dema ji nişka ve westan, li ser sînk şidan, madê de êş, êşana pişt, pê, mil û xwêhdanek sar  di we de pêk hat bê ku dem wenda bikin xwe bigihînin nexweşxaneyê.   Dema migrenê biçin cihên tarî û bê deng...   *Migren, êşek ku car car salê 2 caran  an jî di nava mehê de çend car weke êşek ji nişka ve û ji ser êşê cudatir xwe dide nîşandan. Ev nexweşî jî bêhtir di jinan de xwe nîşan dide. Weke sedem jî em dikarin bibêjin guherîna hormonan yanî vegera regilê ye. Ji ber di pêvajoya regilê de hevsengiya ostrojenê xera dibe, ev nizimbûn û bilindbûn dibe sedema mîgrenê. Ji ber wê yekê di demê regilê de ser êşên bi quwet û ji nişka ve em dikarin weke migrenê bi nav bikin. Mixabin gelek rêyên ji nexweşiyê rizgarbûnê tune ye. Bê xewmayîn, stres, derman û hebên êş bir zû bi zû bikaranîn dibe rê vekirê nexweşiyê. Kesê ev  nexweşî rû dide divê di cihên bêdeng û tarî de bimînin.   Nexweşiya herî zêde tê nîqaşkirin 'Depresyon'   *Depresyon, ev pirsgirêk ji yek ji nexweşiyên herî zêde tê nîqaşkirin e ku sê qatê zilaman jin pê re rûbirû dimînin. Bi taybetî di demên jidayikbûnê, guherîna hormonal dibe sedem. Bêhalbûn, bêrengbûn, nerazandin, ji jiyanê keyf nestandin diyardeyên wê aciziyê ne ku kesek ji derve wê di yek carê de nexweşiyê ferq bike. Hinek ji kesên ku pirsgirêka aborî , cih warbûn dikişînin bêhtir dikevin vê aciziyê.   Ji bo nexweşiya guatirê serî li nexweşxaneyê bidin   *Guatir (Nexweşiya qirikê), Paçê troîd ê ku li ser boriya nefese weke pelpeliyek radiweste di hilberîna hormonan de erk digire. Ji kêmbûna îyot, xirabbûna sazumaniya hilberîna hormonan, bi awayekî zêde bandorê ji kêm xebitîna paçê troîdê, li ser paç û hundirê wê de werimîn. Îltîhbûna troîdê dibe sedema nexweşiya qirikê. Nîşaneyên nexweşiyê weke werimîna qirikê, di daqurtînê de acizbûn, kuxîn, kêmbûna deng, tengbûna nefesê ye. Divê di van rewşan de serî li nexweşxaneyê were dayîn. Ji bo pêşî li vê nexweşiyê were girtin û hormon werin hilberîn divê kes xwarinek baş bistîne, ev yek gelek girîng e. Divê bi awayekî hevseng ji hemû cure vîtamîn sûd were giritin ku ev yek wê bibe astenga hemû nexweşiyan jî.   Ji her 5 jinan jinek anemî ye   *Anemî, em dikarin bêjin ji her 5 jinan jinek anemî ye. Di nava civakê de weke kêmbûna xwînê tê zanîn. Em dikarin weke kêmbûna (Homoglobîn) gloverkên sor ên di nava xwînê de bi nav bikin. Ev jî dibe sedem ku qasî pêwîst bike oksijen neyê ragihandina hucreyên laş. Zêdetirê xwe di welatên  pêş neketine yan ji nû pêş dikevin ev cure nexweşî rû didin. Jinên ducanî, regil nebûyîn rewşek ya ketin û rabûnê tê jiyin û ev ji rê li ber nexweşiyê vedike. Yek ji cureyên vê nexweşiyê yên herî zêde tên dîtin kêmbûna hesin e. Nîşaneyên nexweşiyê  weke bêhalî, laşek bê reng û zerbûyî, lêdana dil ya bêsazuman, tengbûna nefese, êşana sing, zivirîna serî, sarbûna dest û pê, serêş, di lêv de derketina birîn, şkestina neynûk û werîna pirçê ne.   Nexweşiya helîna hestiyan baldar bin    *Osteoporoz (Helîna Hestî), bêhtir jinên ku dikevin menopozê wê nexweşiyê dikevin. Ji ber ku di vê demê de rêjeya ostrojenê gelek kêm dibe. Ji bo pêşî li ber vê nexweşiyê were girtin divê hîna di temenê biçûk de dest bi girtina vîtamîn û kalsyuman were girtin. Divê xwarinên ji aliyê kalsiyum û vîtamînan ve dewlemend were bê xwarin, ji derveyî wê divê ji vîtamîna D ji sûd were girtin.”     'Xwarin û vexwarina xwe baldar bin'   Yekta diyar kir ku divê mirov di serî de laşê xwe baş nas bike, xwarin û vexwarina xwe baldar be û wiha got: "Em dibêjin me xwarinên bi vîtamîn yan ji goşt û zebzeyên bi proteîn bi awayekê zêde girtiye lê wê çima nexweşiyên wisa rû didin? Di destpêkê de divê mirov laşê xwe nas bike û li gor wê nêzîk bibe. Xwarin û vexwarinên em dimezêxin divê hîjyenîk bin û bi awayekî baş were çêkirin. Ji ber ku şeklê çêkirina wê gelek girîng e. Weke mînak em qala çêkirina goşt bikin, em goşt zêde dipijînin û proteyîna di hindirê wê de xilas dikin lê divê neyê şewitandin bi qasî pêwîst were kelandin. Divê zêde xwarina û vexwarin konserve yên amade neyên bijartin."   'Ji bo tenduristiyê werzîş girîng e'   Yekta di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li gel xwarin û vexwarinê werzîş jî pir girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo tendirustiyê xala herî girîng jî werzîş e. Çend deqîqe jî dibe divê wext ji werzîşê re were veqetandin. Ji her alî ve gefek ya nexweşiyan li ser jinê heye. Divê jin li hemberî van yekan bi ewle bin. Bila di aliyê werzîş, hîjen, xwarinên bi tendirust de kêmasiyan nejîn."