'Armanca me hişyarkirina hemû jinan e' 2019-10-08 09:02:23   QAMIŞLO - Derbarê hemleya Hevya Sor a Kurd û Weqfa Jina Azad a Rojava ya ji bo hişyarkirina jinan a li ser nexweşiya pençeşêra pêsîran ku heta dawiya meha cotmehê wê bidomê, Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê û Rêveberiya Beşa Tendrûstî ya Weqfa Jina Azad Şîlan El-Belo gotin:"Armanca Hemleya Heyva Sor a Kurd û Weqfa Jina Azad ji bo nexweşiya pençeşêra pêsîran hişyarkirina jinan e."   Derbarê hemleya Hevya Sor a Kurd û Weqfa Jina Azad a Rojava ya ji bo hişyarkirina jinan a li ser nexweşiya pençeşêra pêsîran ku heta dawiya meha cotmehê wê bidomê, Hevsroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Hemê û Rêveberiya Beşa Tendrûstî ya Weqfa Jina Azad Şîlan El-Belo axivîn.    'Divê di mijara pençeşêra pêsîran de em her di nava hewldanê de bin'   Cemîla Hemê diyar kir ku hemleya hişyarkirinê ya Heyva Sor a Kurd û Weqfa Jina Azad wê heta dawiya cotmehê bidome û wiha domand: "Ev hemle bi riya semîner û belavkirina biroşûran li tevahî gund, navçe û bajarên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê pêk were. Jin di destpêkê de dema dizane girêkek di sînga wan de heye zû ditirse. Armanca me ew e jin girêkên baş û ne baş nas bikin û di aliyê derûnî de amede bin. Her wiha me meha cotmehê hilbajart ji ber ku li gorî rêxistina tendrustî ya cîhanî di vê mehê de hejmara herî zêde jin bi vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane. Loma divê di mijara pençeşêra pêsîran de em her dinava hewldanê de bin. Em jî wek Heyva Sor a Kurd projeyek me hebû ev çend sal me li ser xebat dikir ew jî li gorî derfetan, em ê Memograf bînin, di vê hefteyê de wê vekirina wê were kirin û ji bo hemû jinan bê pere ye."   'Em ê bi hemû hewldanên xwe jinan hişyar bikin'    Şîlan El-Belo jî ev yek got: "Bi Heyva Sor a Kurd re me hemleya xwe ji bo pençeşêra pêsîran dest pê kir. Armanca me ku jin zû li xwe bipirsin, ji ber ev nexweşî divê zû were nasîn. Çiqas jin zû nexweşiya xwe nas bike wê zûtir jî şifa bibe. Em ê jî bi hemû hewldanên xwe jinan hişiyar bikin. Armanca Hemleya Heyva Sor a Kurd û Weqfa Jina Azad ji bo nexweşiya pençeşêra pêsîran hişyarkirina jinan e."