Sîr mirovan ji nexweşiyan diparêze û ji bedenê re derman e 2019-10-03 10:25:08   Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî   HESEKÊ - Ji nexweşiyên mirovan re dermanê ji xwezayê tê çêkirin çareyek baş e. Yek ji dermanên xwezayî sîr e. Sîr bedena mirov ji nexweşiyên cur bi cur diparêze.   Gelek dermanên kimyewî zerarên mezin bi xwe re derdixin holê û nexweşiyan zêde dikin û mirovan bi nexweşiyên din re rû bi rû dihêlin. Lê ji nexweşiyên mirovan re dermanê ji xwezayê tê çêkirin çareyek baş e. Yek ji dermanên xwezayî sîr e. Sîr bedena mirov ji nexweşiyên cur bi cur diparêze.   Sîr li tevahî cîhanê tê peydakirin   Sîr li hemû deverên cîhanê tê çandin. Welatê wan yê destpêkê jî Asyaya Navîn e. Gelek rengê sîran hene mînak sîrê Nêr û Fransî, Çînî, Hindî û yên ku li Rojhilata Navîn tên çandin. Mirovan berî 7 hezar sal sîr çandine û fêdeyên wê keşif kirine. Sîr tamek bingehîn li Rojhilata Navîn e. Pelên wê dirêj e, di zeviyan de nayên çandin. Her libek sîr seriyek jê dertê. Wekî biharatan di nava xwarinan de li Rojhilata Navîn tê bikaranîn. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn de sîr li hember nexweşiya ku di tiliyê mirovan de (kangren) derdikeve dihat bikaranîn.    Di payizê de tê çandin û di destpêka biharê de tê rakirin   Sîr di payizê de tê çandin û di destpêka biharê de tê rakirin û hilbirîna wan gelekî baş e, ji libek sîr gelek serî çêdibe. Dema ku sîr tê çandin divê ku baş bikeve nava axê yan jî wê kifik bigire. Sîr dema tê çandin bi nexweşiyekê dikeve ku koka wê ber bi rengê sor û heleson ve diçe.     Li nexweşxaneyan digerin û dermanê wan di hundirê mala wan de ye   Gelek rengê şînkayê hene derman in, yek jê sîr e ku di hemû malan de heye û di gelek xwarinan de tê bikaranîn da ku tema xwarinê xweş bibe û bêhneke xweş bide wê, lê derveyî wê fêdeyên li bedena mirov dike nizanin. Ne sûcê wan e sûcê hişmendiya desthilatdar e ku her tişt bi xwe ve girêdaye û nehiştiye civak bi xwe amûrên ku sûdê li civaka xwe dikin biafirînin.   Sîr mirovan ji nexweşiyan diparêze û ji derdan re jî derman e   Dema ku mirov sibehê sîrê bi xurinî bixwe mirovan ji nexweşiyan diparêze û ji derdên giran re jî derman e. Mînak: Sîr bi zikê vala rehberiya pergala zeximkirî zêde dike, ji serma û îltîhaban re  derman e, pêşiya kurmê ku diranan dixwe digire. Dermanê gelek cureyên penceşêra mejî û pêsîrê ye, pêşveçûnên penceşêra çerm asteng dike û pêşveçûna penceşêra kezebê hêdî dike.   Dermankirina alerjiyê û parastina mirov ji tavê dike. Mirovan ji pîrbûnê diparêze. Por ji weşandinê diparêze. Zexta xwînê kêm dike, mirovan ji nexweşiyên dil diparêze. Dermanê nexweşiya şekir e û jehrîbûna kezebê ye. Zirara ku mirov ji ber pîrbûnê dibîne asteng dike û ya dawî jî bîranînê mirovan baştir û xurtir dike. Îltîhaba guh derman dike û pozê mirovan vedike.    Ne tenê sîrê spî, reş jî hene    Sîrê reş ji hişkirina sîrê sipî çêdibe. Sîrê sipî 60 roj di nava hevsenhiya serme û germê de tê zuhakirin û sîr reş dibin. Dema sîr tê zuhakirin bêhna wê dernayê, tehma wê wek fêkî ye. Yek ji fêdeyên sîrê reş nexweşiya jibîrkirina bîranînên mirovan radiwestîne.    Hin kes hene ku pêwîst e sîran nexwin   Pêwîst e jinên ducanî, kesên ku alerjî bi wan re heye, ên ku madeyê wan birîn e û yên ku herî dawî rovî û madeya xwe emeliyat kirine sîran nexwin.   Pêwîst e di rojê de ji 3-4 lib zêdetir sîr neyê xwarin   Divê sîr zêde neyên xwarin ji ber dê zirarê li bedena mirovan. Di rojê de herî zêde pêwîst e 3-4 lib bên xwarin da ku ji nexweşiyên cur be cur werin parastin.