Li Kerkukê hejmarek ciwanên dilxwaz mirovan li kolanan derman dikin 2019-10-02 09:11:30 KERKUK - Hejmarek ciwanên xwendevanên beşa tipê bi dilxwazî, li ser kolanek li Kerkukê, nexweşan derman dikin. Hejmarek beşa tipê yên bi dilxwazî kar dikin, li Kerkukê li ser kolanê amurên xwe yên bijîşkî rêz kirine û mirovan bê pere derman dikin. Kombûna van15 bijîşkan qerebalixeke mezin di nava kolanên Kerkukê de çêdike. Herkesê ku kolanan de dimeşe xebatê bijîşkan bala wan dikşîne. Têkîldarî mijarê xwendekarên beşa tipê nêrînên xwe parve kirin.    'Em hişyariya tendûristiya mirovan dikin'   Di derbarê zêdebûna rêjeya nexweşiyan de Xale Sarar axivî û wiha got: "Rojane rêjeya nexweşiyên mirinê li Kerkukê zêde dibe. Sedema bingehîn jî ew e netigêhiştina zerarê nexweşiyê li gel mirovan. Dema ku ew nexweşî jî li bedenê giran dibe, wê demê ji nû ve berê xwe didin nexweşxaneyan da ku tenduristiya xwe bipirsin. Ev yek xeteriyên mezin li ser jiyana mirovan bi xwe re tîne. Ji bo wê jî em weke bijîşk hişyariyên tenduristiya mirovan, me xwest em bi xebatekê wiha rabin da ku em mirovan di warê tendursitiya wan de baldar bikin û rastî zehmetiyan neyên."   'Em bi çalakiyên xwe balê dikşînin ser parastina tenduristiya mirovan'    Îman Ednan bal kişand ser hilbijartina cihê çalakiyê û wiha domand: "Ev cihê ku çalakiya me lê hatiye lidarxistin cihê pazarê ye. Kombûyina gel bi awayekî xurt û tevger di nav de heye, ji bo wê jî me xwest ku em cihekê wisa qelebalix hilbijêrin da ku em çalakiya xwe pêk bînin. Me xwest em bala mirovan bikşînin ser parastina tenduristiyê û ji bo xwe parastinê çareseriya herî bingehîn, li xwe miqatebûyin e. Cureyên nexweşiyê xebatê me yên ku em pêşkêş dikin li ser nexweşiya tansiyon, şekir, tîfo, brosela û temaşekirina xwînê ye. Em dixwazin bi vî awayî balê bikşinîn ser tendirustiya mirovan û wan  di derbarê van nexweşiyan de agahdar bikin  ew nexweşîyên wan hene ku xebera wan jê nîne."   'Em bi awayek kêfxweş berê xwe didin gel bijîşkan'   Bihar Hamîd di derbarê hatina xwe li gel bijîşkan û dermankirina nexweşiya xwe wiha dibêje : "Hejmarek zêde ji jin û ciwanan di nava vî karî de cih digirin. Em bi awayekê kêfxweş berê xwe didine gel  bijîşkan. Di destpêkê de me dît kesên temenmezin diçûn gel bijîşkan xwe derman dikirin. Paşê jî bala me kişand û em jî çûn gel bijîşkan. Xweş e xebatên wisa li kolanan werin lidarxistin, ji ber gelek mirov xizan in û dibe nikaribin biçin nexweşxweneyan, nexweşiya xwe bipirsin û derman bikin. Mirov dikare bi awayekî rehet biçe li nexweşiya xwe bipirse. Em serkeftinê ji xebatê van bijîşkan dixwazin."