Pitika 2 mehî Hîra bi mirinê re rûbirû ye 2019-09-14 09:10:48   eynep Durgut   WAN - Pitîka 2 mehî ya bi navê Hîra ji ber nexweşiya Hîpofosfatazyayê  bi mirinê re rûbirû ye. Birayê Hîrayê Talîp ji di yek saliya xwe de bi heman nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Ji bo ku Hîrayê bijî dayîka wê bang li herkesî kir ku alîkariya  wê bikin.    Li navçeya Tuşba ya  bajarê Wanê pitika 2 mehî ya bi navê Hîra Bîlîcî ji ber nexweşiya Hîpofosfatazyayê  bi mirinê re rû bi rû ye. Ev nexweşiya ku genetîk e pêşî li mezinbûna zarokan digire, dibe sedema zahmetiya girtin û dayîna nedesê û gelek nexweşiyên din. Dermanê vê nexweşiyê li Tirkiyeyê tune ye û li Ewropayê pir biha ye. Dermanê Hîrayê her çiqas ji aliyê Wezîrê tendûristiyê ve hatibe erêkirin jî ji aliyê SGK’yê ve nayê dayîn. Ji ber vê helwesta SGK’yê birayê Hîrayê Talîp Bîlîcî jî berî bi salekê ji ber heman nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Lê mirina Talîp jî di qeydên SGK’yê de tê sekinandin û nayê erêkirin. Ji bo ku Hîraya 2 mehî  bijî, malbata wê dest bi kampanyayê kir. Malbata Hîrayê bang li rayedaran kir ku ji bo anîna dermanan alîkarî bidin.    ‘Zarokek min bi vê nexweşiyê mir ez naxwazim Hîra bimre’   Dayîka Hîrayê Demet Bîlîcî anî ziman ku ew li her nexweşxaneyên  Tirkiyeyê geriyan lê dermanê wê tune ye û wiha axivî;” Zarokekî min yek salî bû û wî ji bi heman nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Wê demê jî me ji SGK’yê derman xwestin lê li gel ku peywra wan bû divê bianîna bi me re nebûn alîka û serlêdana me red kirin. Mirina zarokê min ji ber vê nexweşiyê bû û ev ji aliyê wezîrê tendûristiyê ve jî hate erêkirin. Lê di qeydên SGK’yê de ev tê sekinandin û nayê erêkirin. Hîra jî bi heman nexweşiyê ji dayik bû. Li hemû nexweşxaneyan em geriyan lê dermanê wê li Tirkiyeyê peyda nabe. Dermanê wê li Ewropayê heye. Niha me kampanya daye destpêkirin. Alîkariya me bikin. Zarokekî min bi vê nexweşiyê mir ez naxwazim Hîra jî bimre."   ‘Dengê Hîrayê bibihîzin û ji me re bibin alîkar’    Dapîra Hîrayê Nafya Bîlîcî jî bang li her kesî kir ku alîkariya wan bikin û wiha got:” Ji bo ku em dereng nemînin û Hîrayê bidin jiyîn. Ez bang li rayedaran dikim dengê Hîrayê bibihîzin û bi  me re bibin alîkar.”