Jinên Minbicê: Werzîş ji bo tenduristiyek baş pêwist e 2019-09-05 10:42:15   Sîbîlya Ibrahîm    MINBIC - Jinên Minbicê derbarê vekirina hola werzişa jinan kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin: "Bi rêya werzişê canê  mirovan ji gelek nexweşiyan  tê parastin. Werzîş ji bo tenduristiyek baş pêwist e."   Di civakên ku zihniyeta mêr li pêş be, mirov kêm cihên ku taybet jinan di nava xwe de dihewînê dibîne. Holên werzişê jî li Minbicê tenê  ji bo mêran dihatin  dîtin. Di vê dema dawiyê de bi kombûn û nêrîna jinên ereb li  Minbicê holeke taybet ya werzişa jinan bi navê 'Vînêtis' hat vekirin. Dema ku ev hol hat vekirin, bi qebûlkirineke mezin ji aliyê tevahî jinan ve hat pêşwazîkirin û her roj hejmara jinên ku serdana holê dikin zêde dibin.  Têkildarî mijarê jinên Minbicê yên ku di nava  hola werzişê de cih digirin di derbarê vekirina vî cihî de nêrînên xwe ji me re parve kirin.   'Werzîş canê mirovan ji nexweşiyan diparêzê'   Pispora werzişê ya  hola Vînêts Şêrîn Ebdullah ya ku bi perwerdekirina jinan li ser werzişê mijûl dibe, derbarê girîngiya werzişê û feydeyên wê  yên ji bo  tendirustiya bedenê wiha dibêjê: "Bi rêya werzişê canê  mirovan ji gelek nexweşiyan  tê parastin. Dema mirova werzîşê dike laşê mirov bedew dibe. Vekirina holeke wisa ji bo jinên Minbicê gaveke girîng bû, ji ber gelek jin hene dixwazin xwe ji kiloyên zêde xelas bibin, lê rêbazê wê zehmet dibînin. Heye niha hejmara me 50 jin in û rojane zêde dibin. Jin rehetiya derûniya xwe li vir dibînin û ji tecrûbeyên hev jî fêr dibin."     'Werzîş ji bo tenduristiyê gele baş e'   Jina  bi navê Asya Mihemed  bi temenê  xwe 42 salî ye  ew jî  her roj berê xwe didê hola werzişê û bi vekirina holê kêfxweşiya  xwe anî ziman û wiha axivî: "Dema min bihîst cihekî wiha ji bo jinan hatiye vekirin bi lez min serdan kir.  Bi hatina  min ji vê holê  re gelek guhertin di jiyana  min de çêbûn, ji aliyê sîstema jiyanê, tendirustiya bedenê û naskirina jinên civaka Minbicê. Em pir kêfxweş in ji ber dema em tên holê em hemû jin li hev kom dibin û hev nas dikin. Di vê navberê de hezkirina jinan zêde dibe. Hêvîdar im hemû jinên Minbicê werin hola werzişê û orf û edetên civakî li paş xwe bihêlên û tendirustiya bedena xwe biparêzin."