Li 187 welatan vexwarina ji ava muslixê metirsîdar e 2019-08-30 12:37:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî encamên lêkolîneke Daîreya Xizmetên Mirovan û Tenduristiyê ya DYE'yê, li 187 welatan vexwarina ava ji muslixê ji bo tenduristiya mirovan metirsîdar e. Yek ji wan welatan jî Tirkiye ye.   Navenda Parastin û Kontrolkirina Nexweşiyan (CDC) a Daîreya Xizmetên Mirovan û Tenduristiyê ya DYE'yê ji bo mirovên xwe yên ji bo betlaneyê derkevin derveyî Emerîkayê lîsteyek ji welatên ku divê li wan deveran ava muslixê neyê vexwarin amade kir. Navendê lîsteya xwe ya nû li malpera xwe ya înternetê weşand. Navendê ragihand ku li 187 welatan vexwarina ava ji muslixê metirsîdar e.   Navendê ji muslixên li her welatî mînaka avê wergirt, lêkolîn kir û hewl da tespît bike ku ji bo tenduristiya mirovan metirsîdar e yan jî nexweşî jê peyda dibe yan na. Piştre jî nexşeyek cîhanê amade kir û welatên ku ava ji muslixê nayê vexwarin bi rengê sor destnîşan kir. Li Yekîtiya Ewropayê tenê du welat di vê lîsteyê de hene. Ew jî Bûlgaristan û Romanya ne.   Pêşniyar hat kirin ku ji Tirkiye heta Taylandê ava ji muslixê ya gelek welatan neyê vexwarin. Navendê diyar kir ku li 57 welatan jî ava ji muslixê dikare bê vexwarin. Ji ber pîvanên tund ên der barê ava ji muslixê yên Yekîtiya Ewropayê, li Elmanya, Fransa, Spanya, Îtalya û gelek welatên li rojavayê Ewropayê dikarin bên vexwarin. Hate ragihandin ku tevî DYE'yê ava ji muslixê ya li Kanada, Şîlî, Erebistana Siûdî, Awûstralya, Japonya, Koreya Başûr û Zelanda Nû ji bo vexwarinê ji tenduristiya mirovan re paqij e.