Li Hewlêrê di nav 6 mehan de 485 kes bi nexweşiya penceşêrê ketine 2019-08-01 10:03:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyan tenê li Hewlêrê di nav 6 mehan de 485 kes nexweşiya penceşerê ketine. Her wiha di sala 2018'an de jî bi tevahî 5 hezar 658 kes bi nexweşiya penceşerê ketine.    Li gorî daneyên nexweşxaneya li Hewlêrê, di nava 6 mehên despêka îsal de nêzî 964 kesan ji bo kontrolê serdana nexweşxaneyê kirine. Ji van eşkere bûye ku 485 kes bi nexweşiya penceşêrê ne. Her wiha li gorî daneyên hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê, hejmara kesên di sala  2018’an de bi vê nexweşiyê ketine 5 hezar û 658  e û di sala 2017’an de hatiye aşkerakirin ku 667 kes bi nexweşiya penceşêrê ketine.    Li Herêma Federal a Kurdistanê her ku diçe nexweşiya penceşêrê zêde dibe. Hinek li Herêma Federal a Kurdistanê û hinek jî diçin ji derveye welat tedaviyê dibînin. Di nava şeş mehên despêkê yên îsal de nêzî 964 kes ji bo kontrolê çûne nexweşxaneyê. Ji vana 485 kes di dema kontrolê de eşkere bûne ku bi nexweşiya penceşêrê ketine û ev kes dibin kontrola bijîşkan de ne.   Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê di sala 2018’an de zêdetirî 18 mîlyon û 100 hezar kes li cîhanê bi nexweşiya penceşêrê ketine. Her wiha di sala 2017’an de zêdetirî nîv milyon kesan ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji destdane. (Rojnews)