Lîstikvanên jin ên futbolê: Werziş ruhê hevaltiyê pêşve dixe 2019-07-31 09:09:11   Sara Şêx Hesen   HELEB - Bi pêşengiya Kongreya Star, li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê du tîmên futbolê ku ji jin û zarokan pêk tê hatin avakirin. Lîstikvanên jin ên futbolê dan zanîn ku werziş di jiyanê de guhertinekê ava dike û gotin: "Werziş ruhê hevaltiyê  pêşve dixe û ew hevaltî jî me bi hêztir dike."      Li taxa Şêx Meqsûd a bajara Helebê bi pêşengiya Kongreya Star du tîmên futbolê ya ku ji jin û zarokan pêk tê hatin ava kirin. Ev tîm piştî ku perwerde bi dawî bû dê bi tîmên jinên ciwan ên şoreşger re bileyîzîn. Jinên ku cihê xwe di tîmên futbolê de digirin nêrînên xwe parve kirin.   'Werziş bandoreke erênî li ser tenduristiya mirovan dike'   Nûdem Bekîr li ser girîngiya werzişê rawestiya û wiha got: "Bi alîkariya Rêxistina Kongreya Star, me dest bi futbolê kir. Werziş ji bo tenduristiya mirovan pir başe û me ji nexweşiyan diparêze. Werzişa dema sibêhê tên kirin bandoreke erênî li ser tenduristî û bedena mirovan dike. Di vê bi taybetî jinên civan bi werzişî re mijûl bibe."   'Jinên ciwan divê bi werzişê re eleqedar bin'   Culiyene Ereb qala avakirina tîma futbolê kir û wiha axivî: "Bi avakirina tîma futbolê em pir keyfxweşin. Gaveke pir hêjaye ku jin bikaribe di futbolê de cihê xwe bigire û bibe lîstîkvanên herî xurt. Em heftê du rojan derbarê futbolê de perwerde dibînin. Bangawaziya min ew e ku her jineke ciwan xwe di aliyê werzişê de pêş bixe. Ji ber ku werziş tê wateya mirovên bi tenduristî."   'Em ê rojek li ser axa xwe futbolê bilîzin'   Îsraî Îsa ji bajara Efrînê ye wekî lîstikvanên din ên jin kêyfxweşiya xwe anî ziman û wiha bilêv kir: "Em zarokê Efrînê ne, em biçin li ku derê jî em ê navê welatê xwe her tim hildin. Efrîn ya efrîniyan e. Kijan roj be jî em ê vegerin ser axa. Em ê li ser axa xwe futbolê bilîzin."   'Ruhê hevaltiyê di futbolê de li pêş e'     Herî dawî Rojîn Mûsa axivî û bal kişand li ser ruhê wekheviyê û wiha got: "Di nav vî şerî de rewşeke giran heye, werziş di jiyanê me de guhertinek ava kir. Bi taybet di werzişê de ruhê hevaltî pir pêş de ye. Ew hevaltî me bi hêz dike."