Cixareyên elektironîkî zerarê dide tenduristiyê 2019-07-27 10:38:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Belavbûna cixareyên elektironîk ên piranî di nava ciwanên ku cixareyê nakişînin de belav bûye. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) der barê bikaranîna cixareyên elektironîkî welatî hişyar kir û diyar kir ku cixareyên elektironîkî zerarê dide tenduristiyê.    Belavbûna cixareyên elektironîk ên piranî di nava ciwanên ku cixareyê nakişînin de belav bûye, bi demê re rê li ber bikaranîna kişandina cixareyê dikin. Li gorî vê ji bo kesên ku tûtinê bikar naynin serî li kişandina cixareyên elektironîk didin piştre dest bi kişandina cixareyê dikin.    Konferansa ku li bajarê Rîo de Janeîro yê Brezîlyayê pêk hatî de raporek hat parvekirin, li gorî raporê cixareyên elektironîkî zererê dide tenduristiyê. Di raporê de hat destnîşan kirin ku her çendî rêjeya nîkotîn û gelek madeyên bi ziyan ên di cixareyên elektironîk de kêm bin jî lê dîsa ji bo tenduristiyê bi xeter e. Li gorî rapora ku hatî aşkerakirin pergala cixareyên elektironîk bi serê xwe zerer e, divê pergala nû ji bo firotina van cûre cixareyan li ber çavan bê girtin.    Di raporê de hate gotin ku ji bo berdana kişandina cixareyê bikaranîna cixareyên elektironîk bêkêr in. Li welatên ku piranî cixareyên elektironîk bikartînin, bi giştî tûtinê bikar tînin. Ev jî dide nîşandan ku tu bandora cixareyên elektironîk nîne.