Divê nexweşên diyabetê li birînên lingan baldar bin 2019-07-19 09:07:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Nexweşiya diyabetê li gorî daneyên federasyona Diyabetê ya Navnetweyî ji sedî 9 tê dîtin û ger di bin kontrolê de jî neyê girtin rê li ber jiyanek bê kalîte û mirinê jî vedike. Li gorî xebatan di 2040’î de wê 642 mîlyon kes bi nexweşiya diyabetê bikevin û birînên lingan yên ji ber diyabetê jî dertên holê dibe sedemên cidî.   Nexweşiya diyabetê ya ji ber bandora însulîn û kêmasiya însulîn dertê holê, yek ji nexweşiyên metabolîk ya kronîk e. Birînên lingan yên diyabetîk jî rê li ber encamên cidî ya pergala lênerînê ya tenduristiyê vedike.   Endamê Hîndekariya Beşa Mîkrobiyolojî ya Klînîk û Nexweşiyên Enfeksiyonê ya Nexweşxaneya Fakulteya Fipê ya Zanîngeha Firatê Şafak Ozer Balin da zanîn ku nexweşiya diyabetê her diçe zêde dibe û der barê nexweşiyê de agahî da.   Şafak da zanîn ku li gorî daneyên Federasyona Diyabetê ya Naveneteweyî wê di 2040’î de li seranserê cîhanê 642 mîlyon kes bi nexweşiya diyabetê bikevin û wiha pê de çû: “Li welatê me li gorî xebatên hatiye kirin hejmara nexweşên diyabetê 7 mîlyon e. Sedema vê jî terza jiyana bê tevger, rewşên obezîteyê û pêvajoya jiyanê ya zêde bûye.”   ‘Birînên lingan dikarin lez mezin bibin’   Şafak balkişand ser birînên lingan û ev hişyarî kir: “Di encama bilindbûna şekir de, xesara sînîr dertê holê û bi vê re jî sînorê motor bi bandor dibe, avîbûna çerm xera dibe, çerm ziwa dibe, diqelişe û bakterî ji vir rehet dikevin hundir. Li aliyê din jî bi xesara sînor re hesta êş û germ-sar kêm dibe. Nexweşên şekir ji xwe rûnê xwîna wan bilind e û rûn di dîwarên damaran de tên cem hev û damarên biçûk an jî mezin dixetimin. Ji ber vê jî di çerm de birîn çêdibin. Xwe digihînin hestî û ev jî rîska ling a diyabetîk ava dike.”   Şafak destnîşan kir ku ji sedî 60’ê nexweşan perîferîk noropatîn e û ev jî rê li ber xerabûna êş û germê vedike. Şafak bi lêv kir ku nexweş dibe ku birînên lingên xwe ferq nekin û ev tişt vegot: “Birînên lingan bi lênerîna lingên nexweş û kontrolkirina diyabetê dikare pêşî lê bê girtin. Bi teşîskirina birînê û dermankirina enfeksiyonê dikare pêşî li komplîkasyonên cidî bê girtin.”   Şafak her wiha bi lêv kir ku armanca dermankirina enfeksyona lingan a diyabetîk, ev e ku enfeksiyon bê sekinandin û cihê bi zirar pêş nekeve. Şafak her wiha anî ziman ku piştî teşîs bê dayîn dermankirin heta ku ji derfet hebe divê zû bê kirin.