Li Herêma Federal a Kurdistanê tîmên futbolê ya jinan pêş dikevin 2019-07-16 10:51:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federal a Kurdistanê tîmên futbolê yên jinan pêş dikevin. Kulûba Sîrwan a Nû ev çend mehin tîma jinan a futbolê ava kiriye û di sibêrojê de dê turnûvayên Iraqê de bilîzin.    Kulûba Sîrwan a Nû li bajarê Silêmaniyê ye. Her çiqas çend tîmên basketbolê yên jinan hebû, lê niha timek jinan a futbolê ji ava kiriye û tevlî turnûvayên Herêma Federal a  Kurdistanê dibe. Tîm ji 18 lîstikvanên jin pêk tê. Temenê wan di navbera 18 salî û 26 salî de ye. Hinek ji wan xwendekarên beşa werzîşê ne. Hinekan xwendina xwe qetandine û niha tevlî dewreyên perwerdeya futbolê bûne.   Cudahiya zayendî li pêşiya wan nebûye asteng ku li koluba futbolê de cih negirin. Jinên vê kulûbeyê eşkere dikin ku jin dikarin her cureyê lîstikê bilîzin û xwe ji bo pêş bixin. Dema ku tîma me serdana wan kir, tîma jinan a Kulûba Sîrwan a Nû û Tîma Keçan a Kulûba Werzîşî ya Dukan turnûvayeke dostane li saheya Aştî ya Silêmaniyê dilîstin. Tîma Jinan a Kulûba Sîrwan 8 bi 1 bi ser ket. Di tura yekem a maçên li Herêma Federal a Kurdistanê de ji 7 maçan piranî li hemberî tîmên din ên bi serketiye.   Bêrîvan Celal ku 24 salî ye û li Silêmaniyê ji dayik bûye di nava lîstikvanên Silêmaniyê de weke lîstikvana joker tê naskirin. Ji ber ku ji zarokatiyê ve çend curên lîstikan lîstiye. Weke basketbol, topa destî. Her wiha ji 12 salî heta niha futbolê dilîze. Her wiha got ku heta niha li Hêrema Federal a Kurdistanê di nava jinan de sê caran di futbolê de weke ya herî baş hatiye destnîşan kirin. Niha lîstikvana futbolê ya Sîrwan a Nû ye. Bêrîvanê ji ajansa nûçeyan a Rojnewsê re axivî û got: "Ez ti ferqê di navbera xwe û zilaman de nabînim. Lewma ez timî dilîzim û gelek çalak im."   Li hinek saheyê futbolê yên Herêma Federal a Kurdistanê jin futbolê dilîzin. Jinên tîma futbolê ya Kulûba Sîrwan a Nû kêfxweş in û hewl didin ku di sibêrojê de turnûvayên Iraqê de bilîzin û xwe bibînin.