Konferansa Tendirustiyê ya Mexmûrê di roja duyem de didome 2019-07-05 09:21:05   MEXMÛR - 4’emîn Konferansa Meclîsa Tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku bi dirûşma "Civakek bi tendirust, bi rêbertî û îradeyek azad pêkan e" hatibû lidarxistin, di roja duyem de didome.   4’emîn Konferansa Meclîsa Tendirustiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku bi dirûşma "Civakek bi tendirust, bi rêbertî û îradeyek azad pêkan e" hatibû lidarxistin, di roja duyem de didome. Konferansa ku 200 delege û gelek kes beşdar bûn di roja duyem de bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Di konferansê de li ser tenduristî û mafên zarokan ê tenduristiyê hatibû sekinandin. Her wiha piştî axaftinan rapora du salan a xebatên tenduristiyê hatibû xwendin. Piştî xwendina raporê rewşa siyasî û rêxistinî hat nîqaşkirin. Ew ê îro rêzikname bê xwendin û rêveberiya nû bê hilbijartin.    4’emîn Konferansa Meclîsa Tendirustiyê, bi nîqaşên derbarê xebatên tendirustiyê de berdewam dike.