4’emîn Konferansa Tendirustiyê ya Mexmûrê dest pê kir 2019-07-04 11:26:07   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 4’emîn Konferansa Meclîsa Tendirustiyê ya Mexmûrê dest pê kir.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdi (Mexmûr) ji du salan carekê Konfreransa Meclîsa Tenduristiyê tê lidarxistin. Îsal  4'emîn Konfreransa Meclîsa Tenduristiyê bi dirûşma " Civakek bi tendirust, bi rêbertî û îradeyek azad pêkan e " û bi beşdarbûna 200 delege û gelek kesî li Mexmûrê hat lidarxistin. Konferansê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê xwedî li zarokên otîzm û down sendromû bê derketin û ji bo tenduristiyê xebat her bên meşandin.    Axaftina vekirinê ji aliyê endama Meclîsa Tenduristiyê ya Mexmûrê Rûken Sêrt  ve hat kirin. Rûkenê got:"Em di destpêkê de 4'emîn Konferansa Meclîsa Tenduristiyê li hemû kesî pîroz dikin. Di pêvajoyek ewqas hesas de lidarxistana konferensek bi vî awayî şansek gelek mezin e. Paradîgmaya me paradîgmayek nûjen e û hemû cîhan xwe li ser vê paradîgmayê bi rê ve dibe. Ji bo di qada tenduristiyê de em pêş bikevin çi ji destên me tê em dikin."   Rûkên wiha dewam kir:"Desthilatdar qada tenduristiyê jî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Lê sîstema me ya Netewa Demokratîk li dijî vê sîstemê ye û divê em di mejî de vê  sîstemê bidin avakirin û em neşibin dewletên desthilatdar. Di vê konfaransa tendurustiyê de wê di aliyê tendirustî de sîstema demokratîk çawa were avakirin em ê li vê derê  nîqaş bikin. Ji bo sîstema me ya tenduristiyê ji bo hemû cîhanê wê bibe nimûne. Car din em vê konfaransê li Rêbertî, Şehîdên tevgera azadiyê û hemu delegeyên amade pîroz dikin."   Her wiha Rûkenê bal kişand ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Bi taybet di vê demê de xeta berxwedanê nêzî 8 sal bû me xeber ji Rêbertî ne digirt, mirov dikare bêje bi  vê berxwedana mezin ev tecrîd hat şikandin. Heya niha di dîroka mirovahiyê de berxwedaniyek wisa nehatiye meşandin. Dijmin li hember rêbertî û berxwedana gelê kurd êdi nesekinî û bi Rêbertî re hevdîtin dan çêkirin û xeta berxwedanê ser ket. Dewleta dagirker diwxaze bi destê kurdan şerê birakujî derbixwe. Divê gelê me di vê pêvajoyê de hesas bin û gelê me neyên xapandin. Civak dikare sîsistema xwe ava bike, civaka me  li Stenbolê diyarkirin ku civak dikare faşîzmê û desthilatdariyê  hilweşîne."   Piştî axaftina vekirinê rapora dû salan ya xebatên tenduristiyê hat xwendin. Piştî xwendina raporên du salan, rewşa sîyasî û rêxistinî hat nîqaşkirin.   4’emîn Konferansa Meclîsa Tendirustiyê ya Mexmûrê bi nîqaşan berdewam dike.