Gonul Adibellî:Ji bo firotina dermanan konên tanzîmê bên avakirin ez matmayî namînim 2019-02-23 09:21:36   Gulîstan Azak   AMED - Hevseroka SES’ê Gonul Adibellî ji sedî 26.4 zema ji bo bihayên dermanan hatiye kirin wek ‘krîza aborî ya di tenduristiyê de’ nirxand û diyar kir ku qada tenduristiyê ne qadeke hêsan e û hişyariya nikare bi tenduristiya gel bê lîstin, kir.   Di rojên borî de ji bo dermanan ji sedî 26.4 zem hat kirin û ji 19’ê Sibatê şûnde derman bi zem hatin firotin. Krîz û kaosa ku Tirkiye tê de derbas dibe bandora xwe li ser sektora dermanan kir. Hevseroka SES a Amedê Gonul Adibellî der barê mijarê de nirxandin kir û bi lêv kir ku ev zem wê hem dermanxaneyan û hem jî nexweşan bide zorê. Gonulê destnîşan kir ku wê ev zem dermanxaneyan li stokirina dermanan ferz bike û nexweş jî wê dermanan nebînin.   ‘MeAşên teqawîtbûnê zema dermanan dernaxe’   Gonulê diyar kir ku ji bo meaşê teqawitan ji sedî 10 zem hatiye kirin û got meaşên teqawîtan ji xwe bi bacê tê helandin û bi zema dermanan re jî wê biqede. Gonulê got kesên ku nexweşiya wan a kronîk tune ye jî salê çend caran ji bo nexweşiyên sivik diçin dermanxaneyan û got: “Dema temenê teqawîtan li ber çavan bê girtin, ji xwe muşteriyên dermanxaneyan piranî teqawît in. Zema ji bo meaşê hatiye kirin jî têr nakin. Zema tê kirin jî lêçûna zema dermanan dernaxe.”   ‘Berpirsê krîzê AKP ye’   Gonulê balkişand ser krîza aborî ya kûr a li welat û got ev pirsgirêk di sektora tenduristiyê de jî rê li ber pirsgirêkên cidî vedike û ji aliyê gel ve jî ev krîz bi awayekî cidî tê hîskirin. Gonulê got berpirsê krîzê jî hikûmeta AKP’ê ye û ev tişt anî ziman: “Bandora krîzê wê di demên pêş de zêdetir bê hîskirin. Piştî hilbijartinan wê kûrtir bibe.”