'Zema ji bo dermanan hatiye wê ji bêrîka gel derkeve' 2019-02-22 09:40:54   Dîlan Babat   ENQERE - Ji bo dermanan ji sedî 26,4 zem hat kirin. Hevseroka SES’ê Gonul Erden diyar kir ku ev zem nîşan dide ku krîza aborî bandor li ser qada tenduristiyê jî kiriye û got xizmeta tenduristiyê êdî zehmet dibe û got: “Pereyê SGK dide wek xwe ye lê ferqa navberê ji gel wê bê girtin. Ger SGK ji bo dermanekî bêje ‘ez 100 lîrayê wê didim yên din ne aydê min e’ û ev derman ji 130 lîrayî derketibe 140 lîrayî, 40 lîra ji bêrika gel wê bê girtin.”   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Kocan diyar kir ku ji 19’ê Sibatê şûnde rêjeya zema ji bo dermanan hatiye kirin ji sedî 26.4 e. Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Gonul Erden diyar kir ku zema hatiye kirin ji polîtîkay tenduristiyê ya 17 salan a AKP’ê serbixwe nîne.   ‘Tenduristî ji xizmeta cemawerî hat derxistin’   Gonulê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê krîzek giran tê jiyîn û ev jî rewş jî di encama krîzê de derketiye holê û got: “Krîz bandorek mezin li ser jiyana me dike. Ev krîz xwe li her derê dide der. Yek ji van qadan jî ya tenduristiyê ye. Zemên tên kirin bandorek mezin afirandiye. Şert û mercên tenduristiya kes ji holê hatiye rakirin. Krîz newekheviya di qada tenduristiyê de kûrtir dike. Di dema krîzan de xizmeta tenduristiyê zehmet dibe. Di qada tendûristiyê de ji bêrîka gel zêde pere derdikeve.”   ‘Wê zem ji bêrîka gel derkeve’   Gonulê her wiha diyar kir ku bi zema ji bo dermanan hatiye kirin krîzê bi awayekî cidî bandor li dermanxaneyan kiriye û got: “Di xwegîhandina gelek dermanan de zehmetî tên jiyîn. Îro em bi pereyê xwe jî nikarin dermanan bigirin. Bi zema hat kirin wê xwegîhandina xizmeta tenduristiyê zehmetir bibe. Pereyê SGK dide wek xwe ye lê ferqa navberê ji gel wê bê girtin. Ger SGK ji bo dermanekî bêje ‘ez 100 lîrayê wê didim yên din ne aydê min e’ û ev derman ji 130 lîrayî derketibe 140 lîrayî, 40 lîra ji bêrika gel wê bê girtin. Lê mafê tenduristiyê mafekî sereke ye û divê her kes jê fêdeyê bigire.”