Li xurekan baldar bin: Tiştekî organîk nema ye! 2019-01-25 09:04:02   Hîkmet Tunç   WAN - Pispora Xwedîkirinê Gulîstan Tîrek ku ji pisgirêkên xwe yên tenduristiyê bi xwedîbûnek baş û rast xilas bû wiha got: “Xurekên em dixwin rê dide jiyana me. Sedema sereke ya nexweşiyan xurekên em dixwine. Tiştekî organîk nemaye.”   Gulîstan Tîrek ku demek dirêj li hember pirsgirêkên tenduristî û derûnî têkoşîn da şûnde bûye pispora xwedîkirinê balê dikşîne ser xwedîbûna rast.   Gulîstanê diyar kir ku di çandiniyê de dermanên zîraî zêde tên bikaranîn û wiha got: “Li her derê jiyanê dermanên zîraî hene. Ez di sektora xurekê de dixebitim. Ez vê aşkera bêjim. Tiştekî organîk nemaye. Çayê nebatî jî hinek madeyan tevlî dikin. Mirov di demê de dibînin ku ev çay çiqas zirarê didin bedena mirovan.   Li xurekan baldar bin   Gulîstanê destnîşan kir ku xwarinên amade û pakêtkirî yên wek Fast Food tên binavkirin kaloriya wan zêde ye û ev tişt bi lêv kir: “Di van xurekan de madeyên kanserojen pir zêde ne. Ji van xurekan dûr bikevin. Teqez riyek jiyana bi tenduristî heye. Yek ji lingê vê rê xwedîbûnek baş e. Divê em li xurekên dixwin baldar bin.Pirsgirêkên tenduristiyê yên tên jiyîn raste rast bi xwarina me re eleqeder e. Her wiha xurek rê dide jiyana me.”