Li Marsîlyayê Konferansa Zimanê Kurdî hat lidarxistin

  • 20:45 24 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Marsîlya yê Fransayê di çarçoveya Hefteya Zimanê Kurdî de konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de pêşketina dîrokî ya kurdî, kurmancîkirina wê li Ewropayê û xebatên ji bo parastina wê hatin nirxandin.
 
bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiyên ku di çarçoveya Hefteya Zimanê Kurdî de hatine destpêkirin berdewam dikin. Piştî panel û gotûbêjên ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin kirin, vê carê jî li ser zimanê kurdî konferansek berfireh hat lidarxistin.
 
Konferansa ku diyarî Şehîdên Azadiya Kurdistanê hat kirin, bi rêzgirtin û xwendina sirûda “Ey Reqîp” dest pê kir. Ev çalakî di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirinê yên li seranserê Ewropayê de, wekî gaveke girîng a ji bo saziyîbûna kurdî di qada perwerde û hîndekariyê de hat dîtin.
 
Akademîsyen akademîsyen û zimanzan Selim Temo, her wiha nûnerên Katalan û Oksîtan jî beşdar bûn. Axaftin bi wergera hemwext hatin veguhastin, koroya zarokan jî bi strana “Zimanê Kurdî” bal kişand ser xwe û ji aliyê beşdaran ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.
 
Li ser navê Komîteya Zimanê Kurdî Nezahat Şahin axivî û diyar kir ku ew kesên ji Celadet Bedirxan heta Bavê Teyar ji bo zimanê kurdî ked dane, bi rêzdarî bi bîr tînin. Nezahat Şahin destnîşan kir ku xebatên bi helkefta Cejna Zimanê Kurdî hatine destpêkirin wê bê navber berdewam bikin û got ku bi taybetî jin û zarok eleqeyeke mezin nîşanî kursên kurdî didin.
 
Nezahat Şahin da zanîn ku li Marsîlya û derdora wê kursên kurdî berdewam dikin û ew ê ji bo ku zimanê kurdî li dibistanên Fransayê wekî dersa bijarte bête xwendin, bikevin nav hewldanan.
 
Nûnerên Katalan û Oksîtan ên ku di konferansê de axivîn jî diyar kirin ku zimanên wan bi polîtîkayên bişaftin û zextê yên wekhev re rû bi rû mane û tevî hemû zehmetiyan jî ew têkoşîna zindîkirina zimanê xwe didomînin.
 
Selim Temo di axaftina xwe de bal kişand ser kûrahiya dîrokî ya kurdî.  Selîm Temo diyar kir ku rehên kurdî heta serdemên kevnar diçin û destnîşan kir ku ev ziman di çavkaniyên Pehlewiyan de jî cih girtiye.
 
Selîm Temo diyar kir ku wêjeya kurdî ya ku bi beşdariya navên girîng ên wekî Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran pêş ketiye, bi kovara “Hawar”ê re ketiye pêvajoya standardîzekirinê. Selîm Temo anî ziman ku zimanê kurdî di serdemên ku lê hatibû qedexekirin de li erdnîgariyên cuda ji nû ve şîn bûye û got ku piştî navendên wekî Şam û Qahîreyê, kurdî li Ewropayê jî pêşketina xwe didomîne.
 
Konferans piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.