Soheila Sedighianî piştî lêpirsîna 3 saetan hat berdan
- 12:56 9 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Peywirdarên Daîreya Îstîxbaratê, bêyî ku biryareke darazê nîşan bidin, avêtin ser mala parêzer, aktivîstê siyasî Tahir Hakavê û hevjînê wî Soheila Sedighianî binçav kirin. Piştî 3 seat lêpirsînê hat berdan.
8’ê Kanûnê roja Duşemê, hêzên girêdayî Wezareta Îstîxbaratê ya Komara Îslamê ye Îranê avêtin ser mala parêzer Tahir Nakavî û bêyî ku biryareke darazê nîşan bidin hevjîna wî Soheila Sedighianî binçav kirin.
Li gorî agahiyan, hêzên ewlekariyê piştî ku ketine hundir, lêgerîn kiri e; dest danîn ser leptop, telefona berikê û hinek amûrên elektronîk. Piştî lêgerînê ji bo lêpirsînê Soheila Sedighianî binçav kirin û piştî lêpirsîna 3 saetan wê berdan.
Li ser sedema serdegirtina malê û binçavkirina Sedighianî heta niha tu tişt nehatiye gotin.
Parêzer û aktivîstê siyasî Tahir Nakavî, 27’ê Cotmeha 2025’an heta niha li Girtîgeha Evînê girtî ye û ji ber ku nayê dermankirin, greva birçîbûnê didomîne. Her wiha hat ragihandin ku nahêlin Tahir Nakavî bi malbata xwe re hevdîtinê bike.







