Ji bo Rêberê Gelê Kurd dê li qadan bin

  • 11:15 9 Kanûn 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê dê li 10 bajarên cuda ji bo balkişandina ser polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û ji bo misogerkirina azadiya wî, li 10 bajarên cuda daxuyaniyên çapemeniyê yên hevdem bidin.
 
Bi banga Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" a di 27'ê Sibatê de, li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê, serdemeke nû dest pê kir. Tevî vê serdema nû, di şert û mercên jiyana Abdullah Ocalan de tu başbûn çênebûye. Her çend ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî gelek çalakî hatine lidarxistin jî lê tu gavên berbiçav nehatine avêtin. Meclîsa Dayikên Aştiyê dê di 10'ê Kanûnê de li 10 bajarên cuda ji bo daxwaza azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniyên çapemeniyê yên hevdem bide.
 
Dayikên Aştiyê yên Şirnexê li ser daxuyaniyên xwe yên ku dê bidin çapemeniyê axivîn.
 
'Gavneavêtina dewletê fikaran bi me re çêdike'
 
Dayika Aştiyê Şîrîn Demîr, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Aştiyê û Civaka Demokratîk" bi bîr xist û kêfxweşiya xwe ya ji bo pêvajoya ku bi wê bangê dest pê kiriye anî ziman. Şîrîn Demîr, bi bîr xist ku Abdullah Ocalan gelek gav ji bo pêkanîna aştiyê avêtine, lê dewletê hîn gavên berbiçav neavêtine û got, "Bawerî û hêviya me bi Abdullah Ocalan pir xurt e, lê dewletê hîn jî bersiva gavên ku Abdullah Ocalan avêtine nedaye û tu gav neavêtine. Ev yek me dike fikaran. Wekî dayikên aştiyê, hêviya me ji hemû dayikan û tevahiya neteweyê ew e ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û bigihîje azadiya xwe. Çima Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan hîn jî di bin tecrîdê de ye? Wekî dayikên aştiyê, em dixwazin bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û daxwaza bidawîanîna tecrîda wî bikin. bila êdî xwînda tu ciwanan berijê û dilê tu dayik dilşewatiyê nebînin. Bila êdî ev êş bi dawî bibin."
 
'Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniyê bidin çapemeniyê'
 
Şîrîn Demîr derbarê daxuyaniya xwe a çapemeniyê de got, "Di 10'ê Kanûnê de, em wekî Dayikên Aştiyê, dê li ber Komeleya Mafên Mirovan a Şirnexê (ÎHD) ji bo azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî, bi taybetî jî Abdullah Ocalan, azad bibin."
 
'Armanca daxuyaniyê ew e ku balê bikişîne ser tecrîdê'
 
Şerîfe Uygur jî diyar kir ku ew bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin û got, "Em naxwazin zarokên tu kesî bimirin. Em dixwazin girtîgeh bên valakirin û rêberê me Abdullah Ocalan azad bibe. Divê êdî tu dayik negirîn. Divê her du alî jî ji bo pêvajoya ku ji hêla Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin tevbigerin. Em û Birêz Abdullah Ocalan herdu jî dibêjin 'aştî', lê dewletê tU gavek ji bo aştiyê neavêtine. Weke Dayikên Aştiyê, em ê di 10'ê mehê de saet di 11:00'an de li Şirnexê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Ev daxuyanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan destnîşan dike. Em ji hemû dayikan dixwazin ku beşdarî daxuyaniya me bibin,"