Zarokê biguman ket çem winda bû

  • 20:59 2 Kanûn 2025
  • Rojane
ŞIRNEX - Zarokê 12 salî ku biguman ket Çemê Dîcleyê winda bû. Ji bo zarok xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê, zarokê 12 salî Ahmet Erçîl ku hat îdiakirin ku ketiye avê winda bû. Der barê Ahmet Erçîl de xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.
 
Li gorî îdiayan Ahmet Erçîl  li nêzî Pira Cizîrê xwestiye ku terlika xwe ya ketiye avê bigire û li ser hişê wî geriyaye û ketiye çem. Zarok demek kurt de bi avêde diçe û piştî agahî didin ekîbên şaredariya Cizîrê tên cihê bûyerê.
 
Hat hînbûn ku xebatan hîna encam nedaye û wê tevlibûna ekîbên din yên ji bajarên din tên sibê lêgerîn wê bidome.