Meryem Abbasî a hat binçavkirin birin cihekî ne diyar
- 13:18 12 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Îstîxbarata Muhafisên Şoreşê bi ser mala welatiya Esfehanê Meryem Abbasî de girtin û ew binçav kirin, birin cihekî nediyar.
Roja 11’ê Mijdarê Bîta Şefîî ku di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû girtin di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Instagramê de ragihand ku hêzên îstîxbarata Muhafizên Şoreşê 10’ê Mijdarê roja Duşemê bi ser mala wan de girtine û dayîka wê Meryem Abbasî binçav kirine, birine cihekî nediyar.
Bîta Şefîî da zanîn ku hêz bêyî ku fermana girtinê nîşan bidin ketine hundirê malê, di dema lêgerînê de ziyan dane alavên malê û da zanîn ku ddema serdegirtinê de ew ne li malê bûye.
Parvekirina Bîta Şefîî wiha ye:
“Piştî nivroyê li derdora saet 2:00’an hêzên Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê bi ser mala me de girtin, dayîka min revandin birin cihekî nediyar û bi tu awayî bersiv nadin pirsên me. Gotin fermana girtina min û dayîka min heye lê belê ez ne li malê bûm. Ziyanek cidî dane alavên malê, dapîra min a extiyar ji bo navnîşana mala me bibînin bi kar anîn. Niha jî der barê dayîka min de dosya amade dikin.”
Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê, sedemê binçavkirin, sûcên wê û Meryem Abbasî li ku derê tê girtin tu agahiyek nehatiye parvekirin.
Hat diyarkirin ku berê jî Meryem Abbasî hatibû binçavkirin.







