2 jin hatin qetilkirin, jinek bi guman jiyana xwe ji dest da
- 12:12 2 Mijdar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di meha Cotmeha îsal de li Başûrê Kurdistanê du jin hatin qetilkirin û jinek jî bi şêweyek guman jiyana xwe ji dest da.
Li gorî bîlançoya mehane ya ajansa me Rojnews’ê, di meha Cotmeha îsal de li Başûrê Kurdistanê du jin hatin qetilkirin û jinek jî bi şêweyek guman jiyana xwe ji dest da.
Di 13’ê Cotmehê de li taxa Mameyare ya li parêzgeha Silêmaniyê cenazeyê jinek 41 salî di mala wê de xeniqiyî hate dîtin.
Di 15’ê Cotmehê de li taxa Edenî ya ser bi parêzgeha Kerkûkê jinek bi navê ‘K-Î-S’ (32) di mala xwe de hate gulebarankirin û qetilkirin.
Di 21’ê Cotmehê de li taxa Domîze ya parêzgeha Kerkûkê jinek 46 salî ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin.
Li gorî agahiyên berdest di neh mehên destpêk yên sala 2025’an de li Başûrê Kurdistanê 25 jin hatine qetilkirin û 18 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 4 mamostayên nerazî û çalakvanên jin ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve rastî tundiyê hatin.
Hêjayî gotinêye ku di sala 2024’an de li Başûrê Kurdistanê 39 jin hatibûn qetilkirin yan jî neçarî xwekuştinê hatibûn kirin, her wiha 7 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabûn.
Serokwezîrê demborî yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji dema dest bi karkirina kabîneya nehem ya hikûmetê ya ji sala 2019’an ve hemû hewlên xwe daye ser qedexekirin û rêgirîkirina belavbûna bîlançoya qetilkirin û tundiyên beramberî jinan. Li gel vê doz û dosyayên qetilkirina jinan yan tên veşartin yan jî bi hinceta ‘namûsê’ têne girtin.







