Parêzeran ji bo Abdullah Ocalan daxuyanî da

  • 12:38 17 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Parêzeran a Kantona Firatê û Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.
 
Yekitiya Parêzeran a Kantona Firatê û Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Kantona Firatê têkildarî azadîya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Daxuyanî li Kobanê hat dayîn. Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Dewleta Tirk di doza Rêberê neteweyî Abdullah Ocalan de, hemû qanûnên navneteweyî û mirovî binpê dike û rêbazeke nemirovane dişopîne. Tevî ku Tirkiye endam û îmzekara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye jî, ew mafê hêviyê ji wan re înkar dike.
 
Dibe ku Rêber Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê sûdê werbigirin, ji ber ku ev maf mafê her girtiyekî ye ku piştî 25 salan cezayê girtîgehê bi cezayê muebbetê hatiye cezakirin. Ji ber ku Rêber Apo ji 26 salan zêdetir girtî ye.
 
Ji ber ku ji nepejirandina qanûnên vê dadgehê ji aliyê dewleta Tirk ve û bicihkirina mafê hêviyê di qanûnên xwe de aşkera ye, girtina Rêber Abdullah Ocalan bi tevahî siyasî ye û tu bingeheke qanûnî tune ye. Doza Rêber Apo êdî ne tenê ya gelê Kurd e, lê ya hemû gelên ku li vê erdnîgariyê dijîn eleqedar dike. Felsefeya wî ya neteweya demokratîk û banga wî ya dawîn ji bo Aştî û Civaka Demokratîk delîlên zelal ên vê yekê ne.
 
Dema ku em vê daxuyaniyê dixwînin, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê civîna xwe li ser doza Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe. Em wekî Yekitiya Parêzeran a Kantona Firatê û Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, bang li vê civînê û her wiha hemû rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Mafên Mirovan dikin ku Tirkiyeyê neçar bikin ku mafê hêviyê di qanûnên xwe de, li gorî qanûnên Ewropayê bi cih bike û Rêber Abdullah Ocalan serbest berde."