'Zimanê dayikê xeta me ya sor e'

  • 09:02 11 Îlon 2025
  • Rojane
 
Gulîstan Gulmuş
 
AMED-Mamosteyên Kurdî diyar kirin ku zimanê dayikê wek mafê perwerdehiyê nasîn û statuya ji bo Kurdî ji bo aştiyê jî wê gavek samîmî be û got: “Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe divê ewil Kurdî bê qebûlkirin. Ger ev mijar çareser nebe wê pêvajo jî samîmî nayê dîtin.”
 
Yek ji sedemên esas ya pirsgirêka Kurd qedexekirina zimanê dayikê ye û wek ‘zimanê nayê nasîn’ tê pênasekirin. Sala perwerdehiya nû ya 2025-26’an destpê kir û li Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran zarokên Kurd ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar tên hiştin. Li Amedê di 8’ê îlonê de şaxa Egîtîm Sen a Amedê û Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Lêkolîna Zanistên Civaka Kurd li ber Midûriye Perwerde ya Neteweyî daxuyaniyek dan. Welatiyan pankartên, "Em perwerdehiya bi Kurdî dixwazin/ Ma perwerdeyê bi Kurdkî wazene" , "Perwerdeya bi zimanê zikmakî mafê hemû gelan e" vekirin û ligel vê dowîzên, "Ma perwerdeyîya bi Kurdkî wazene", "Bila Kurdî bibe xwedî statu", "Wa Kurdkî bibo wayîrê statu"  jî hildan.
 
Mamosteyên zimanê Kurdî Berîvan Duman û Dîlan Guvenç der barê daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê û girîngiya statuya ziman de axivîn.
 
‘Zimanê dayikê xeta me ya sor e’
 
Berîvan Duman da zanîn ku ji bo aştiyê yek ji gavên esas ya divê bê avêtinê qebûlkirina statuya Kurdî ye û got: “Em Kurd in zimanê me Kurdî ye. Wek her welatî em jî dixwazin bi zimanê xwe biaxivin. Li Almanyayê dibistanek zimanê Kurdî hat vekirin. Li vir bi mîlyonan Kurd hene lê em nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Zimanê me ji bo me xeta sor e. Ger ku aştiyek pêk bê divê em ewil zimanê xwe bi azad bikar bînin. Em dixwazin ev zilma bi dawî be.”
 
‘Divê her zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’
 
Dîlan Guvenç jî der barê armanca çalakiya pêk anîne de axivî û wiha bi lêv kir: “Her zarok divê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne. Lê li Tirkiyeyê bi salan e ev tê astengkirin. Ji ber qanûnên heyî Kurdî wek zimanê perwerdeyê nayê bikaranîn. Mafê me jî heye ku em bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Em bi vê armancê li vir in. Em dixwazin zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê. Divê ji bo zimanê me bê nasîn. Her netew bi zimanê xwe heye. Bi zimanê dayikê perwerde tunebe ew ziman tune dibe. Der barê pêvajoya mijara gotinê de komîsyon hatin avakirin. Mijar tê axaftin. Ger pirsgirêk bê çareserkirin divê ewil Kurdî bê qebûlkirin. Neyê qebûlkirin ev pêvajo jî rastiyê nîşan nade. Ji bo samimiyeta pêvajoyê divê gava ji bo mafê zimanê dayikê bê avêtin.”