Serpêhatiya tizbiyekê: Gihiştina bîranîna herî hêja ji bo pêşerojê

  • 10:05 8 Îlon 2025
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 53 sal berê tizbiyekê diyarî jina tirkmen a serhildêr Seher Sariçîçek dike. Her çiqas bîranînek be jî ew dibe beşek ji "Romanek bêdawî".
 
Bîr û bîranîn, hêviya ku ber bi pêşerojê ve tê birin e.  Ew dibin jiyan, fedakarî û heqîqetek... Hilgirtina bîranînekê deng dayîna jiyanê ye. Avakirina pêşerojê ye, neqş û destanek e ku dibe parçeyek  ji "romaneke bêdawî". Navê xwediya bîranîna hêja, Seher Sariçîçek e. Seher Sariçîçek, jineke tirkmen a serhildêr e, li Xelfetiyê dijî. Seher Sariçîçek, dayika Huseyîn Sariçîçek, hevalê zarokatiyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û xesûya Hasan Bîndal e.
 
Ew li navçeya Xelfetiyê ya ku piraniya wê kurd û tirkmen in ji dayik bûye. Xwedî gelek êş, kesayetiyek bê hempa ye û gelek leheng dîtine... Dayika Seher, 93 salî ye û bûye dayika her kesî.
 
Min cara yekem di sala 2021'ê de, dema ku diçûm Amarayê, navê dayika Seher bihîst. Gava ku min nav û çîroka wê bihîst, min ji hevalan re got: "Ev çîrokek e ku divê were nivîsandin e".  Di heman salê de min dayika Seher nas kir. Her çiqas wê bi çavên bi hestir silav li me kir jî çirûska hêviyê hêj  di çavên wê de hebû. Nêrîna wê tu carî ji bîra min naçe. 
 
Ronahiya hêviyê ya ku min di çavên wê de dît, min xwest çîroka wê vebêjim, lehengên ku wê dîtibûn zindî bihêlim û bîranînên ku ew hîn jî hewl dide hilgire parve bikim.
 
Hevdîtina dayika Seher û Rêberê Gelê Kurd
 
Dayika Seher, dayika Huseyîn Sariçîçek (Orhan-Cibînli Huseyîn) ku di dîroka PKK'ê de wekî "Gerîlayê Seyyar" tê nasîn e. Huseyîn di 18'ê Adara 1988'an de li Geliyê Jîrkî jiyana xwe ji dest da. Gundê dayika Seher lê dijî gundê Cibîn e. Cibîn bi gundê Amarayê re cîran e. Berê bi piranî li gundê Cibînê ermen hebûn û niha jî şopên vê yekê xuya dikin. Ji ber ku dibistan li gundê Cibînê hebû, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê vî gundî û dixwîne. Di van rojan de dayika Seher nas dike.
 
Şahidiya hevaltiyê
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hasan Bîndal li gundê Cibînê ku ew li wir dibistana seretayî dixwînin û di heman deme de jî Huseyîn Sariçîçek nas dikin û dibin hevalên hev. Piştî vê hevdîtinê, gelek caran tên mala Huseyîn Sariçîçek. Vê yekê derfet daye ku dayika Seher hem Rêberê Gelê Kurd û hem jî Hasan Bîndal nas bike. Her sê heval piştî dibistanê her tim dihatin malê, li wir dayika Seher ji wan re şîv û çayê çêdikir. Dayika Seher şahidiya dostaniya wan kiriye.
 
Bîranînek ji Rêberê Gelê Kurd
 
Her çend dayika Seher bi salan e Abdullah Ocalan nedîtiye jî ew ji kurê Huseyîn û Hesen Bîndal ku paşê bi keça wê Meryem re zewiciye, xeberên wî distîne û silavên xwe jê re dişîne.
 
Rêberê Gelê Kurd, di Nîsana 1972'yan de ji ber belavkirina belavokan û protestokirina kuştina Mahir Çayan û hevalên wî tê girtin. Ew heft mehan li Zindana Leşkerî ya Mamakê dimîne. Piştî serbest hat berdan, ew vedigere Amarayê û serdana dayika Seher dike. Di vê serdanê de, Rêberê Gelê Kurd tizbiyekê ji dendikên zeytûnê çêkirî diyarî wê dike. Dayika Seher ku diyarî 53 salan parastiye, destnîşan kir ku gelek kes tizbî jê  dixwest û got: "Kurê min Evdila (Abdullah Ocalan) ew da min. Ez ê nedim kesekî din."
 
Bîranînek gelek bi qîmet e
 
Di serdana me ya mala wê de, em hîn bûn ku dayika Seher bi nexweşiya Alzheimerê ketiye û di bîranîna gelek tiştan de zehmetî dikişand. Dema ku me wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşanî wê da wiha got: "Apo (Abdullah Ocalan) kurê min e. Ew û Huseyîn (Huseyîn Sariçîçek) hevalên hev bûn" Wê demek dirêj li wêneyê nihêrî û keserek hilda. Bi her keserekê re, ew bi hêvî dikeniya, mîna ku her tiştê jiyaye bê ber çavên wê û ew ronahiya di çavên wê de hîn geştir dibû.
 
Dema ku dayika Seher li wêneyê dinêrî min pirsa tizbiyê jê kir û tevî ku nikare bimeşe jî xwe gihand gopalê xwe û hewl da ku rabe û li çekmeceyan binêre. Dema diçû jî digot "Ez tizbiyê nadim tu kesî..." 
 
Hêza bîranînên hêja...
 
Dema ku em ji neviyên dayika Seher dipirsin ka tizbî  li ku ye, ew dudilî dibin ku li ber çavên wê biaxivin. Ew ji me dixwazin ku em nepirsin. Her çend dayika Seher dubare li ser axaftina me dipirse jî tiştê ku ew qet ji bîr nake bîranînên wê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kurê wê Huseyîn Sariçîçek û Hasan Bindal re ne. Dema ku ez ji kêleka dayika Seher rabûm jî min nêrîna wê ya tuj dît...
 
Her ku em ji mala wê derdikevin, ez dîsa pirsa tizbiyê dikim. Ji min re hat gotin ku ji ber  dayika Seher nexweş e keça wê Meryem tizbî bi xwe re biriye Almanyayê. Ez matmayî mam ku 53 salan tizbî hatiye parastin. Carinan, bîranîn dibin nefesa jiyanê û beşek ji rêwîtiyê, lê dem bi xwe jî bi wê re dibe yek.
 
Dema ez ji wir derdikevim, li ser mezintiya bîranînê difikirim ku dayika Seher qet ji parastin û zindîhiştina wê newestiyaye û dibêjim: "Li vir lehengên romana neqediyayî hene, dîrokeke nû dinivîsin."