
Ji Siwêdayê bi dehan jin hatine revandin
- 22:39 20 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Siwêdayê piştî şerê hatiye destpêkirin bi dehan jin hatin revandin. Heta niha tenê navên 70 ji wan hatiye naskirin. Li gorî agahiyan, di nav wan de çalakvana sûriyeyî Rexed Samer Esed jî heye, ku erebeyên jin vediguhastin û di aloziya dawîn de hatine hedefgirtin winda bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) li bajarê Siwêda û gundewarê wî, piştî şerê 13’ê Tîrmehê di navbera komên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û şervanên Durzî yên herêmî de dest pê kiriye, ewlehî têk çûye. Li gorî nûçeya ajansê li Siwêdayê, bi dehan jin û jinên ciwan hatine revandin û winda ne.
Bi dehan jin windan e
Li gorî çalakvanên mafên mirovan û çalakvanên ji Swêdayê, heta niha navên nêzîkî 70 jinên winda û revandî hatine tesbîtkirin ku wiha ne: “Rexda Samir Esed, Lona El Barûkî, Tac Munzir, Duha Ilim El Dîn, Macida Ehmed Neser, Menal Esed Neser ,Meysa Nesir,Nahida Hemed Nesir, Şeza Dilîqan,Riwa El Etireş,Ula Şeref El Dîn, Mamosteya bi navê Basima El Ewam, Semira Zîb,Rîm Brîk, Meyasî Qitênî, Rîma Qitênî, Nadiya Seqir,Hela, Xalîda Hemed,Diya Cemal Mihmûda El Milhim,Wefai Darib Nesir, Zaroka bi navê Bana,Xuna Temîm Darib Nesir,Rena El Helebî, Diwa Xerez El Dîn, Zaroka bi navê Sîrîn El Xetîb, Zaroka bi navê Tala El Xetîb,Zaroka bi navê Şemis Sair Selama, Şerîfa El Salih, Hala Selah El Dîn, Rewan Silêman, Sîham Safî Nesir, Hala Selah El Dîn, Ihsan Hemed Nesir, Rîma Esed Boşbilî Nesir û zarokên xwe, Heyat Boşbilî Nesir, Macid Rafia û zarokên xwe Macid Nesir, Menal Nesir, Nezîha Hemed ,Selwa Etirşan, Um Nesir,Saliha bû Asî û zaroka wan Leyla li gundê Necran winda bû,Ilham Bu Asî û du bûkên wê,Hedîl Salih Ebdulhey li gundê Necran winda bû, Xelûd Hayil El Hisên bi 6 zarokên xwe li gundê Necran winda bûn,Nadiya Seqir li gundê Neciran winda bû, Macida Rîdan û zarokên xwe,Şehd El Xetîb,Sîrîn El Xetîb,Tala El Xetîb, Lîmar El Xetîb, Rîm Brîk, Nicûd El Şatir, Um Necdet, Ruba Radî Şinan, Wîam Nîzar Selah El Dîn, Newal Hisên Rafia, Macida Nsîb Aqil Ridwan, Hiyam Ebû Xêr, Rûba Xalid Şlxîn,Mecid Zehir El Dîn Renîm Ebû Mexideb, Rena El Helebî, Refah Hindî, Imtsal El Aqil,Xilûd El Aqil.”
Çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz gelek dîmen weşandin. Di wan dîmenan de, gelek jinên revandî xuya bûn. Di nav wan de ji gundê Siwêdayî hene. Jin di dîmenan de behsa revandin û şantaja ku li dijî jinan li Siwêdayî hatine kirin, dikin.
Dorpêça ewlehiyê bûye sedema têkçûna tevahî xizmetguzariyên bingehîn ên wekî elektrîk, av û ragihandinê, ev yek jî rewşa jiyanî ya şêniyan du qat zehmet dike.
Hîna aloziya ewlehiyê li parêzgehê berdewam e, çalakvanên hiqûqî û saziyên mirovî banga dîtina çareseriyên qanûnî, serbestberdana revandiyan, rawestandina êrişan û parastina sivîlan dikin.
Ji dema hilweşîna rejîma Baasê ve 8’ê Kanûna 2024’an d, bi sedan jin li Lazkiye, Hums, Hema û Tertûsê hatine revandin.
Ne lêpirsîn ne jî raporên fermî ne jî hesab ji sûcdaran hatiye pirsîn. Her wiha li van herêman kuştin û koçberkirina bi hezaran kesan çêbûye.