
Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
- 10:15 20 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 125'an a Kovara Jinê bi berga "Şahidiya li Casenê: Ji Berxwedanê Ber Bi Azadiyê Ve" weşiya.
Hejmara 125'an a Kovara Jinê bi berga "Şahidiya li Casenê: Ji Berxwedanê Ber Bi Azadiyê Ve" weşiya. Di vê hejmara kovarê de, merasîma çekşewitandinê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk a di 11'ê Tîrmehê de hat lidarxistin, cih girt.
Sernavên di hejmara nû de wiha ne:
*Hesin heliya, îrade ma: 11'ê Tîrmehê / Aysel Işik
* Di Tevgera Têkoşîna Kurd de Hemleya Veguhertinê / Dicle Muftuoglu
*Li Casenê bi pêşengiya jinê aştî: Avakirina Hiqûqê ya bi Xwe / Newroz Uysal Aslan
* Dengê Dîrokê Dengê Gel / Gulîzar Îpek
* Rihê Demê yê Destanî / Figen Aras
* Nîşeyên ji Xwendinên Manifestoyê/ Medya Doz