Şaredariya Peyasê ji bo Firna Jiyana Bêgluten bi Pisporan re Civiya

  • 11:57 18 Tîrmeh 2025
  • Rojane
AMED - Şaredariya Peyasê amadekariyên xwe yên ji bo projeya Firna Jiyana Bêgluten berdewam dike ku armanc dike di payîzê de ji bo nexweşên çolyakê û kesên xwarinên tendurist tercîh dikin veke. Di vê çarçoveyê de, Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û alîkarên hevşaredaran li avahiya xizmetê ya şaredariyê bi bijîşkên pispor re rûniştin.
 
Pisporê Gastroenterolojiyê Dr. Murat Kayaokay, Pisporê Endokrînolojiya Zarokan Dr. Şervan Ozalkak û Dr. Rûken Yildirim beşdarî civînê bûn. Di hevdîtinê de, detayên projeya Firna Jiyana Bêgluten hatin nîqaşkirin. Pisporan derbarê nexweşiya çolyakê û şekirê zarokan de agahî parve kirin û ji bo serkeftina projeyê pêşniyarên girîng pêşkêş kirin.
 
Civîn bi biryara kombûna careke din di pêşerojê de ji bo pêşxistina projeyê û bersivdana pirsên beşdaran bi dawî bû. Şaredariya Peyasê bi vê projeyê armanc dike ku ji bo nexweşên çolyakê û kesên din ên xwarinên tendurist tercîh dikin alternatîfên xwarinên bêgluten pêşkêş bike.