Malbata Rojînê derbarê yurdê de gilî kir

  • 16:29 29 Îlon 2024
  • Rojane
 
WAN - Malbata Rojîn Kabaiş li ser windabûna keça xwe piştî du rojan derbarê yurdê de gilî kir.
 
Ji 27'ê Îlonê danê êvarê û vir ve ji xwendekara Beşa Pêşdebirina Zarokan a Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaiş (21) tu agahî nayê girtin. Piştî ku cûzdan, telefon, av û keka Rojîn a ku li Wargeha Keçan a Seyîd Fehîm Arvasî ya li kampusa zanîngehê dima, li peravê hat dîtin, danê sibehê ekîbên ewlekariya peravê di golê de dest bi lêgerna Rojînê kirin.  
 
Ji aliyê din ji ber ku rêveberiya  yurda KYK'ê dereng agahî da malbatê, malbatê derbarê rêveberiyê de gilî kir.  
'Ji ber ku emniyeta welat dereng hat agahdarkirin ez dozger û gilîdar im'
 
'Ji ber ku agahî dereng dan me em gilî dikin'
 
Piştî ku Midûriyeta KYK'ê 2 roj piştî windabûna Rojînê agahî da malbata wê, malbata Rojîn çûn Qereqola Sanayî Ferhat Arslan a Wanê û der barê yûrdê  de serlêdana sûc kirin. Bav Nizamettîn Kabaiş wiha got: “Roja di  28'ê Îlona 2024’an de li derdora seat 12.00’an xebatkarên yurda ku keça min lê dima telefon kirin û agahî dan min ku keça min bi şev nehate yurdê. Heta ku agahî nedan min digot qey keça min li yûrgehê ye. Roja ku keça min nehat yurdê, yanî 27'ê îlona 2024, derdora saet 18.30, herî dawî bi diya xwe re bi telefonê axivî û jê re got ku ew ê Nescafeyê ji sûka kampusê bikire û vegere yurdê.  Piştî vê yekê bi tu kesî re hevdîtin nekir.  Keça min ne girêdayî tu rêxistin û maddeyekê ye. Ez gilîkarim, ji ber ku emniyet gelek dereng derbarê mijarê de hatiye agahdarkirin."
 
Di çarçoveya xebatên lêgerînê yên li golê de hevserokên bajêr ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Patî), Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Star û Baroya Wanê çûn serdana malbatê.