Tulay Hatîmogûllari: Dixwazin gelê xizan ji herêmê dûr bikin

  • 15:21 29 Îlon 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi welatiyên Taxa Şahîntepeyê yên li dijî “Veguherîna Bajêr” têdikoşin re hate gel hev û wiha got: “Bi hinceta erdhejê dixwazin gelê xizan ji herêmê dûr bikin.” 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi welatiyên TAxa Şahîntepeyê ya navçeya Başakşehîr a Stenbolê ku li dijî “Veguherîna Bajar” têdikoşin re hate gel hev. Hevdîtin, li Komeleya Veguherîna Bajar a Şahîntepeyê hat lidarxistin. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz û rêveberiya navçeya Başakşehîrê jî tev li bûn. 
 
Eleqeyeke zêde ji bo Hatîmogûllari hebû. Hatîmogûllari, di hevdîtinê de got ku welatiyên malên wan li Şahîntepeyê ji ber projeyên Kanal Stenbol û Yenîşehîrê tên mexdûrkirin. Hatîmogûllari, xebatên Meclisa Mafê Hewînê ku li taxê xebatan dike pîroz kir û wiha got: “Yek ji armancên Kanal Stenbolê jî koçberkirina xelkê xizan ê li Stenbolê ye. Ev qanûn piştî erdheja Wanê derxistin û gotin ‘Em ê avahiyên saxlem çêbikin.’ Lê dereweke mezin e. Dixwazin bi hinceta erdhejê mafê xanî yê welatiyan dewrî sermayedaran bikin.” 
 
Dixwazin xianan ji herêmê derxînin
 
Bi domdarî Tulayê anî ziman ku mîna Şahîntepeyê hewl dan heye ku welatiyan ji gelek herêman derxînin û ji bo dewlemendan qadên luks vekin. Tulayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev projeye ne tenê ji bo berjewendiyên aboriyê ne. Her wiha ji bo xerakirina tevna civakî jî wisa dikin. Dixwazin li dora Kanal Stenbolê bajarên luks ava bikin û xizanan ji wir derxînin. Divê kesên xiyanetê li berjewendiyên gel hedef digirin bên teşhîskirin. Yan em ê kesên temaha pereyan dikin qaneh bikin an jî dê teşhîr bikin. Dixwaze keya dixwaze şaredar, ferq nake kî xiyanetê bike em ê teşhîr bikin.” 
 
Piştî vê hevdîtinê, Tulayê û şandeya pê re ji bo piştevaniyê çûn serdana şêniyên taxê.