Xebatên lêgerînê yên dîtina Rojînê didomin

  • 13:57 29 Îlon 2024
  • Rojane
WAN - Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş di şeva 27’ê îlonê de li Wanê winda bû û xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş berdewam in. 
 
Xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wane Rojîn Kabaîş (21) di êvara roja 27’ê îlonê de winda bû û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Rojîn li li Wargeha Jinan a Seyyîd Fehîm Arvasî ya li kampusa zanîngehê dima û malbata wê da zanîn ku di 27’ê mehê de piştî li wargehê xwarinê dixwe derdikeve û careke din agahî jê nayê girtin. Hat ragihandin ku Rojîn cuzdana xwe, telefon, av û keka xwe li kêleka behrê hiştiye û aqûbeta wê nayê zanîn. 
 
Endamên malbatê têkildarî keça xwe agahî dan û gotin ku Rojînê ji avê ditirse û wiha gotin: “Keça me şevê neçûye wargehê û rêveberiya wargehê jî agahî nedaye me. Ji ber vê yekê em ê dozê li rêveberiya wargehê vekin.”
 
Tîmên Ewlekariya Peravê bi saetane li golê lêgerînê dikin û ferdên malbata Kabaîş jî li cihê xebatê li bendê ne.