Rêveberiya Xweser maseya krîzê ava kir

  • 13:23 29 Îlon 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo koçberên ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê vedigerin bi rengekî ewle bêne bicihkirin, maseya krîzê ava kir.
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê sûriyeyê ji bo welatiyên xwe yên ji Lubnanê vegeriyane şaneya kirîzê ava kir ku  ji saziyên têkildarî pêk tê.
 
Rêveberiya Xweser 29`ê Îlonê li deriyê di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de li Tebqayê daxuyaniyek da û avakirina şaneyê ragihand.
 
Cîgira hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Dervey a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Elî daxuyanî xwend.
 
Rêveberiyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di encama aloziya li Lubnanê de û li ser bingeha berpirsyariyê û ji bo sivikirina êşên sûriyeyiyên ku dixwazin vegerin herêmê, civîneke awarte li dar xistine. Rêveberiyê da zanîn ku di civînê de biryar hate girtin ku maseya kirîzê bê avakirin û ev şane ji alî û saziyên têkildar pêk tê. Rêveberiyê erkên şaneyê bi van xalan aşkera kirin: "Şane dê penaberên sûriyeyî li deriyê pêşwazî bike. Navên wan qeyd bike û ji nasnameya wan piştrast bibe. Dûre, şêniyên herêmê yên ji Lubnanê vegeriyane dikarin biçin cem xizm û malbatên xwe. Lê yên xizmên wan li herêmê tune ne, Rêveberiya Xweser dê ji wan re navendên taybet li herêmê peyda bike.
 
Maseya kirîzê dê çavdêriya pêşwazîkirina koçberan bike."
 
Rêveberiyê bang li civata navneteweyî û rêxistinên têkildarî kar û barên penaberan kir ku desteka pêwîst ji wan re pêşkêş bike. Her wiha rêveberiyê careke din banga vekirina deriyê Til Koçerê kir ji bo ku alîkariyên mirovî bigihêjin herêmê û li penaberan belav bike.
 
Rêveberiya Xweser 24`ê Îlonê ragihandibû ku ew amade ye sûriyeyiyan û şêniyên herêmê yên ji Lubnanê vedigerin pêşwazî bike. Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê kiribû ku derbasbûna wan hêsan bike.
 
Di heman rojê de nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê ragihand ku ji bo şopandina kar û barên penaberên sûriyeyî komîteyek ava kiriye ku erka wê pêşkêşkirina alîkariyê ji penaberên sûriyeyî û şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re yên ku dixwazin vegerin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.