Bejahiya Pasûrê li gel hat qedexekirin

  • 12:17 29 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED - Gundek û gelek gundikên li bejahiya navçeya Pasûr a Amedê ji bo 15 rojan li şêniyên herêmê hate qedexekirin.
 
Walîtiya dewleta Tirk a li Amedê gundê Eskarê û herêma navbera gundikên Simetax, Guhermi û Nedrehuşê weke 'Herêma ewlekariya taybet a demkî' ragihand.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku heta 13'ê Cotmehê ketin û derketina herêmê wê bi destûrê bê kirin.