Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd her diçe kûr dibe

  • 16:38 27 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
BEDLÎS - Nûnerê ÎHD’a Tetwanê Mazlûm Aydik diyar kir ku mafên mirovî yên li girtîgehên Herêma Serhedê hatine sînordarkirin û got ku tecrîd derketiye asta herî jor. 
 
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Wanê, Bedlîsê û Tetwanê serdana Girtîgeha Tîpa F, Tîpa T û Ewlehiya Bilind ên Wanê, Girtîgeha Tîpa L a Panosê, Girtîgeha Tîpa T  a Xelatê, Girtîgeha Tîpa S a Îdirê, Girtîgeha Jimara 1’an û 2’yan ên Ewlehiya Bilind a Dumlu ya Erziromê û Girtîgeha Tîpa H a Erziromê kirin. ÎHD’ê têkildarî van serdanên xwe li Nûnertiya ÎHD’a Tetwanê civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnerên rêxistinên demokratîk tev li civînê bûn. 
  
Nûnerê ÎHD’a Tetwanê parêzerê Mazlûm Aydik di civînê de axivî û diyar kir ku mafên herî bingehîn ên mirovî jî li girtîgehan hatine sînordarkirin. Mazlûm destnîşan kir ku li van girtîgehên navborî rayedaran tecrîdê derxistine asta herî jor û got: “Girtî bi tenêbûnê re rû bi rû tên hiştin. Dixwazin derûniyek neyînî li ser bejn û ruhê girtiyan bikin. Dixwazin di warê derûnî de hişê wan tevlihev bikin. Li girtîgehan şertên tecrîdê hatine dijwarkirin.” 
  
Mazlûm da zanîn ku hemû amûr û alavên ragihandinê û yên girtî dikarin pê agahî bigirin û dengê xwe ragihînin derve hatine sînordarkirin û tê xwestin ku têkiliya girtiyan û derve bi hev re bê qutkirin. Mazlûm xwest hemû astengiyên li pêşiya amûrên ragihandinê bên rakirin û girtî dikaribin bi hemû kesên di lîsteya wan a ziyaretê de hevdîtina telefonê pêk bînin. 
 
Mazlûm bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got ku bi sedan girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e li girtîgehan hene û xwest girtiyên nexweş û extiyar bên berdan. Mazlûm bang li rayedaran kir ku demildest dawî li hemû cureyên pêkanînên li ser girtiyan bînin û rê li ber mafên wan ên bingehîn û azadiya derbirînê bên vekirin.