Newroz Uysal Aslan:Dest ji siyaeta mirinê berdin 2026-11-29 18:00:44   ENQERE-Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan di çalakiya ji bo girtiyên nexweş de axivî û got: “Dest ji siyaseta mirinê berdin.Vegerin siyaseta jiyan, maf û hiqûqê.”   Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û xwe gihandina mafêtenduristiyê, li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, di roja 13’an de didomînin. Parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Çalakî bi daxuyaniyeke destpêkir. Piştî daxuyaniyê girsê dest bi çalakiyê kir.   Di çalakiyê de girse bênavber dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê deriyên girtîgehan bi berxwedanê vekin” hat vekirin.   ‘Girtiyên siyasî parêzvanên nirxên mirovahiye ne’   Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan ku di daxuyaniyê de axivî bi lêv kir ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêka li girtîgehan ji hev ne cuda ne û wiha axivî: “Ew çalakî di heman demê de çalakiya parastina rûmeta mirovahiyê ye. Çawa ku pirsgirêka Kurd pirgirêka hiqûq û demokrasiyê ye meseleya girtîgehan jî meseleya demokrasî, hiqûqû û parastina mafê mirovan e. Siyaseta dewletê siyaseta kuştinê ye. Girtiyên siyasî parêzvanên nirxên mirovahiye ne. Em li vir bang li Wezareta Dadê dikin û dipirsin. Girtiyên nexweş di çi rewşê de ne? Kîjan dikare bigihêje mafê tenduristiyê? An jî çima nikarinê bigihêjin tenduristiyê? Em bang dikin ku dev ji siyaseta kuştinê berdin û siyaseta jiyanê, hiqûq û mafan pêşbixînin.”   Piştî axaftinan çalakiya îro bi dawî bû. Çalakiya ji bo girtiyên nexweş sibê jî dê li ber Wezareta Dadê bidome.