Yekîtiya Nivîskarên Jin: Hedefgirtina statuya Başûrê Kurdistanê nayê qebûlkirin 2026-11-26 16:32:31   AMED - Yekîtiya Nivîskarên Jin a Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakurê Kurdistanê têkildarî helwesta Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ya li dijî statu û îradeya gelê Kurd bang li civaka navneteweyî û bi taybetî Neteweyên Yekbûyî kir û got:"Em ji NY'yê daxwaz dikin ku li hember nêzîkatiya Iraqê ya ku statuya Başûrê Kurdistanê paşguh dike berpirsiyariyê bigire ser xwe. Em dubare dikin ku hedefgirtina statuya Başûrê Kurdistanê dê zirarê bide aştî û aramiya herêmî. Parastina destkeftiyên gelê Kurd tê wateya parastina aştiya herêmî û pêşerojek demokratîk."   Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî biryar da ku hemû deriyên sînor ên li Herêma Kurdistanê dewrî rêveberiya federal were kirin, destûrên îxracata petrolê (neftê) ji Bexdayê bên dayîn û rêveberiya hin qadên petrolê ji Wezareta Petrolê ya Iraqê re were hiştin. Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî 24'ê Mijdarê der barê deriyên sînorî û dosyeya petrolê yên girêdayî Herêma Başûrê Kurdistanê biryar derxistin nerazîbûnên mezin li dijî vê biryarê hatin nîşandan.    Yekîtiya Nivîskarên Jin a Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakurê Kurdistanê jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku destwerdanên yekalî yên li Herêma Kurdistanê yên derbarê deriyên sînor, çavkaniyên xwezayî, hêzên ewlehiyê û avahiya îdarî de metirsiya têkbirina prensîba şirîkatiya destûrî çêdike û hat gotin:"Bê guman, têkoşîna li dijî gendelî û qaçaxçîtiyê berpirsiyariya hemû saziyan e. Lêbelê, ev têkoşîn nikare wekî hincetek ji bo jiholêrakirina maf û destkeftiyên destûrî yên gelekî were bikaranîn."   Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Statuya Başûrê Kurdistanê û îradeya Gelê Kurd nikare bibe mijara nîqaş û bazarê !   Daxuyanî û kiryarên dawî yên hikûmeta navendî ya Iraqê ku statuya destûrî û destkeftiyên Herêma Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê hedef digirin nayên qebûlkirin. Ev nêzîkatî ku statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê paşguh dike, armanc dike ku avahiya federal bêbandor bike û dixwaze zihniyetek navendî ji nû ve ava bike. Ev helwest ne tenê zirarê dide destkeftiyên gelê Kurd, lê di heman demê de zirarê dide avahiya demokratîk û federal a Iraqê jî.   Statuya niha ya Başûrê Kurdistanê ne xêr an jî xelat e ku ji aliyê ti hêzek siyasî ve hatiye dayîn. Ev statu encama têkoşîna dirêj, bedelên giran û îradeya siyasî ya gelê Kurd e. Ew di heman demê de rastiyek e ku di bin madeya 117 a Destûra Iraqê de, ku di sala 2005'an de hatiye pejirandin, bi destûrî hatiye garantîkirin. Ji ber vê yekê, tu hikûmet, tu hêzek siyasî û tu sazî nikare vê statuyê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî ji nîqaşê re vekin.   Pêşeroja Iraqê ne di dubarekirina polîtîkayên yekreng û navendî de ye, lê di xurtkirina sîstemeke demokratîk û federal de ye ku tê de gel, nasname û komên civakî yên cuda dikarin li ser bingeha mafên wekhev bi hev re bijîn. Her hewldanek ji bo qelskirina federalîzmê îradeya jiyana bi hev re û aştiya civakî li Iraqê tehdît dike.   Destwerdanên yekalî yên li Herêma Kurdistanê yên derbarê deriyên sînor, çavkaniyên xwezayî, hêzên ewlehiyê û avahiya îdarî de metirsiya têkbirina prensîba şirîkatiya destûrî çêdike. Bê guman, têkoşîna li dijî gendelî û qaçaxçîtiyê berpirsiyariya hemû saziyan e. Lêbelê, ev têkoşîn nikare wekî hincetek ji bo jiholêrakirina maf û destkeftiyên destûrî yên gelekî were bikaranîn.   Em destpêkirina nîqaşeke li ser statuya Başûrê Kurdistanê, qebûl nakin. Em bicîhanîna tevahî mafên makeqanûnî diparêzin. Em bawer dikin ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de divê ne bi gef, zext û biryarên yekalî, lê li ser bingeha wekhevî, rêzgirtina dualî, diyalog û qanûna destûrî werin çareserkirin.   Divê neyê jibîrkirin ku gelê Kurd ji damezrandina Iraqê ve ne tenê ji bo mafên xwe, lê di heman demê de ji bo avakirina pergaleke demokratîk, azad û piralî ya li Iraqê jî bedelên giran dane. Tu siyaseteke ku îrade û destkeftiyên Kurdan paşguh bike, nikare îstîqrarê bîne Iraqê. Statuya Başûrê Kurdistanê xeta me ya sor e. Îradeya siyasî ya gelê Kurd nayê nîqaşkirin. Federalîzm peymanek jiyîna destûrî û demokratîk a di nav Iraqê de ye.   Em bang li hikûmeta navendî ya Iraqê dikin ku girêdayî berpirsiyariyên xwe yên destûrî be, rêzê ji statuya Herêma Kurdistanê û îradeya gelê Kurd bigire.    Em bang li civaka navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî dikin da ku li hember polîtîkayên ku statuya destûrî ya Başûrê Kurdistanê û mafên bi destketî yên gelê Kurd hedef digirin bêdeng nemînin. Em ji NY'yê daxwaz dikin ku li hember nêzîkatiya Iraqê ya ku statuya Başûrê Kurdistanê paşguh dike berpirsiyariyê bigire ser xwe, çavdêriya bicîhanîna bendên têkildar ên hiqûqa navneteweyî û Destûra Iraqê bike û helwestek bibandor ji bo parastina îradeya rewa û destkeftiyên demokratîk ên gelê Kurd pêş bixe. Em dubare dikin ku hedefgirtina statuya Başûrê Kurdistanê dê zirarê bide aştî û aramiya herêmî.   Parastina destkeftiyên gelê Kurd tê wateya parastina aştiya herêmî û pêşerojek demokratîk."