Jin di komxebatek hişyarkirinê de hatin gel hevdu 2026-11-25 10:37:54   WAN -  Şaredariya Qelqelî bi karmendên xwe re komxebatek hişyarkirinê li dar xist.   Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Qelqelîyê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de ji bo karmendên şaredariyê komxebatek hişyarkirinê li dar xist.   Li komxebatê de jin li ser cureyên tundiyê sekinîn. Bername bi pirs û bersivan qediya.