Li Sûrê atolyeya‘mafên hiqûqî’ 2026-11-18 17:57:32     AMED- Li Navenda Piştevaniya Jinan a li Sûrê atolyeya ‘mafên hiqûqî’ pêk hat û der barê mekanîzmayên ku jin serlêdanê dikin de agahdarî kirin.   Li navçeya Sûr a Amedê bi wesîleya 25’ê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jİnan a Navneteweyî atoleyeya ‘mafên hiqûqî’ pêk hat.  Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol, encamên meclîsa şaredariyê û gelek jin tevli atolyeya li navenda Piştevaniya Jinan pêk hat,  bûn.   Parêzer Helîn Tapanci der barê mafên hiqûqî de nirxandin kir û jin agahdar kirin.   Piştre parêzer Ekîn Yeter jî daxuyakirin ku divê li dijî tundî û qetilkirinên jinan hişmendî bê afirandin û li ser mafên hiqûqî û pêvajoyên serlêdanê yên jinên rastî tundiyê hatine sekinî.   Gulan Onkol jî axivî û atolye piştî axaftinan bi pirs û bersivan bidawî bû.