Meclisa Kongra Star a Til Temirê konferansa xwe li dar xist 2026-11-05 20:16:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kongra Star  a bajarê Til Temirê di konferansa salane de xebatên xwe yên 2 salan, geşedanên siyasî û rewşa jinan, her wiha rêbazên xurtkirina kar nîqaş kirin.   Meclisa Kongra Star a bajar û gundewarên Til Temirê konferansa xwe ya salane li dar xist. Konferans li salona Meclisa Malbatên Şehîdan bi armanca nirxandina xebatên du salên borî yên Kongreyê, çalakiyên ku pêk anîne, rewşa siyasî û rêbazên pêşxistina karên jinan û rêxistinbûyîna wan pêk hat.   Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Jiyana Hisên ve hat kirin.   Jiyan Hisên anî ziman ku ku lidarxistina konferansê girîng e û diyar kir ku armanca wan ew e ku xebatên du salên borî binirxînin û rêbazên pêşxistina rola jinan di qadên cuda de nîqaş bikin.   Ji rêveberên Kongra Star Senaa Samir jî rapora xebatên rêxistinî, civakî, perwerde û aborî yên ku di du salan de pêk anbîne, xwend.   Piştre rêvebera Kongra Star Rewşen Ehmed jî rewşa siyasî ya li ser asta cîhanê û herêmê, bandorên şer, destwerdanên derve di herêmê de, her wiha girîngiya projeya neteweya demokratîk wekî alternatîfa dewlet-netewe nirxandin. Rewşen Ehmed bal kişand ser êrişên li ser Rojava, berxwedana jinan û rola wan .   Der barê konferansê de rêvebera Kongra Star a Til Temirê Ronaz Yûnis jî diyar kir ku konferans qadek bû ku xebatên du salên borî hatin nirxandin û çalkaiyên rêxistinî, civakî, perwerde û aboriyê hatin vegotin.