Necah Gulo: Divê tecrîd bê rakirin 2026-11-05 09:03:13   Gulîsan Gulmuş   RIHA-Necah Gulo ku li rojava çar meh û nîvan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dem derbas kiribû, balkişand ser tecrîda didome û got: “28 sal derbas bûn, lê hîna tecrîda li ser serok didome. Lê gelê Kurd ne bêdeng e. Li dijî tecrîdê li ser piyan e û çi ji destê wan tê dikin.”   Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê şûnde  tecrîda li Îmraliyê ya hat destpêkirin didome. Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir dema nû dest pê kir. Di nav daxwazan de bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan heye. Lê tevî pêvajoyê ji tecrîd didome.   Necah Gulo a ku di 1997’an de li Rojava çar meh û nîvan bi Abdullah Ocalan re maye, bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û got pêvajo di alî Kurdistanê de xwedî wateyeke girîng e.   ‘Rojava xwe bi fikrên Rêber Apo nas kir’   Necah Gulo dema ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas kiriye û bandora ku li ser bûye wiha vegot: “Ez çar meh û nîvan li cem serok mam, min perwerde dît. Di vê pêvajoyê de min fêm kir ku ji bo Kurdistana ku tê xwestin bê parçe kirin, têkoşîneke çawa dimeşîne. Di vê têkoşînê de piştgiriyek meizn da jinan. Piştî perwerdê min dest bi têkoşînê kir. Serok got ‘çûk bi yek baskî nikare bifire’ û pêşiya tevgera jinan vekir.Gelê Rojava xwe bi fikrên Serok Apo nas kir, bi pêş xist û tevli têkoşînê bû. Li Rojava hûn ji kê bipirsin dibêjin ‘ez xwendekarên Rêber Apo me.’ Armanca li vir dixwestin têkiliya navbera gel û serok qût bikin. Bi vî awayî dixwestin pêşî li şoreşê bigirin. Li her derê Kurdistan û cîhanê mirov rabûn ser piyan û gotin hûn nikarin me ji serokê me bikin. Jİn, zaork her kes ketin berxwedanê. Gerîlayan berê xwe dan çiyan. 28 sal di ser komployê re derbas bû. Hîna tecrîd didome. Lê gelê Kurd ne bêdeng e. Li dijî tecrîdê li ser piyan e.”   ‘Divê em riya aştiyê xurt bikin’   Necah Gulo pêvajoya ku didome wek ‘derfeta dîrokî’ nirxand û wiha daxuyand: “Îro ji me jin, hiqûqnas û demokratan ya ku tê payîn xwedîderketina li serokê me ye. Divê ewil em siyaseta demokratîk bidin destpêkirin. Divê em pêşî li şerê mezin bigirin û bi pêşengiya jin û ciwanan riya aştiyê xurt bikin. Têkoşîn ne tenê li Rojava divê li tevahiyaKurdistan û bi taybetî jî ku Bakur bê mezinkirin. Gelek kes girtî ne, divê ev bên berdan, azadiya serok girêdayî têkoşîna me ye. Divê em têkoşîna xwe mezin bikin.”   ‘Azadiya me girêdayê azadiya serok e’   Necah Gulo di dawiya axaftina xwe de êrîşên ku di 6’ê Çileyê de ji aliyê HTŞ û komên paramîlîter yên girêdayê Tirkiyeyê li hember Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dan destpêkirin bibîr xistin û got: “Ev şer bi saya Abdullah Ocalan heliye rawestandin.Ev êrîş berdewama komploya 28 sal berê bû.Armanca wê komployê çi bû ya vê êrîşê jî ew bû. Xwestin gel ji serok qût bikin. Lê gelê Kurd xwedî berxwedanê ye; em malbateke xwedî 15 hezar şehîd. Piştre li ser daxwaza serok gihiştin peymanekê. Ji ber divê êdî şer bidawî bûna. Dixweestin îrade û her tiştê me ji destê me bigirin. Lê bi mutabakatê şer bi dawî bû.  Azadiya me girêdayê ya serokê me ye.  Divê demidlest daweî li tecrîd û polîtîkayên qirkirina siyasî bê. Divê em têkoşîna xwe li her derê bidomînin. Em li her çar parçeyê Kurdistanê destê xwe bidin hev wê tu kes nikare be îradeya me bişkîne û pêvajoyê rawestîne. Her tişt girêdayê têkoşîna me ye.”