Xwendekarên Zanîngeha Rojava mafê perwerdeya bi zimanê dayikê gotûbêj kir 2026-11-03 14:55:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên Zanîngeha Rojava bi panelekê li ser siberoja zanîngehê di nav pêvajoya entegrasyonê de, gotûbêj kirin. Xwendekaran xwest navê "Zanîngeha Rojava" bimîne û perwerde bi zimanê kurdî be. Her wiha diyar kirin ku însiyatîfa ku ji hêla rêveberiya zanîngehê ve hatiye ragihandin divê veguhere tevgereke xwendekaran a berfireh ku mafê perwerdeyê bi zimanê dayikê û serxwebûna zanîngehê biparêze.   Meclisa Zanîngeha Rojava li Qamişloyê îro panelek bi sernavê "Ji Însiyatîfê ber bi Parastina Zanîngehê û Mafê Me yê Perwerdeyê ve" li dar xist.    Di panelê de li ser siberoja zanîngehê di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hat gotûbêjkirin.   Panel li salona zanîngehê hat lidarxistin û bi dehan xwendekar beşdar bûn. Di panelê de mijarên nirxandina rewşa heyî ya zanîngehê di nav pêvajoya entegrasyonê de, destnîşankirina daxwazên hevpar ên xwendekaran, rola însiyatîfa parastina Zanîngeha Rojava ku ji hêla rêveberiya zanîngehê ve hatiye ragihandin û planên siberojê hatin gotûbêjkirin.   Endama Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava Aryan Ehmed li ser Peymana 29`ê Çileyê axivî û destnîşan kir ku di peymanê de bendên zelal ji bo parastina xweseriya herêmên kurdî, zimanê wan û saziyên wan hene. Aryanê pirsî bê ka çima hikumeta veguhêz ji pêkanîna hin bendên peymanê direve.   Ariyanê her wiha li ser pêvajoya entegrasyonê û beşa têkildarî zanîngehên Rojava û Kobanê axivî û diyar kir ku xweseriya wan nayê berçavgirtin. Her wiha destnîşan kir ku xwendekar xwedî helwesteke yekgirtî ne û ew ê entegrasyoneke ku dê Zanîngeha Rojava hilweşîne, qebûl nekin.   Daxwazên xwendekaran   Di panelê de xwendekaran nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman û bal kişand ser girîngiya ziman û daxwaz kir ku navê Zanîngeha Rojava neyê guhertin û bi Zanîngeha Firatê ve neyê girêdan.   Di encamnameya panelê de hat gotin ku parastina zanîngehê di serî de berpirsyariya xwendekaran bi xwe ye. Her wiha hat gotin ku însiyatîfa ku ji hêla rêveberiya zanîngehê ve hatiye ragihandin divê veguhere tevgereke xwendekaran a berfire da ku mafê perwerdeyê bi zimanê dayikê û serxwebûna zanîngehê biparêze.