Xwendekarên li Qamişloyê ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê daketin qadan 2026-11-02 12:33:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê xwendekarên Qamişloyê daketin qadan û xwestin, mafê wan ê perwerdeya bi Kurdî bê parastin.   Xwendekarên li Qamişloyê li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya ji bo sînordarkirina perwerdeya bi Kurdî ya bi sê saetan, çalakî lidar xistin.   Çalakiya ku Xaçerêya Osman Sebrî destpê kir, heta ber avahiya Midûriyeta Perwerdeyê ya li navenda bajêr dewam kir.   Xwendekaran xwestin ku biryara sînordarkirinê bê vekişandin û diyar kirin ku bi vê biryarê re Kurdî ji perwerdeyê tê dûrxistin. Xwendekaran xwestin perwerdeya bi materyalên Kurdî dewam bike û Kurdî di destûra bingehîn de weke zimanê fermî bê naskirin.   Çalakî bi dirûşmên ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê bi dawî bû.